KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Yildirim: Li dijî destûr bingehîn a yekparêz em ê bloka muxalefetê xurt bikin
Wekîlê HDP’ê Yildirim diyar kir, destûra bingehîn a nû ku tê amadekirin, ji temsîlkirina piraniyê dûr e û bi hişmendiyeke yekparêz tê avakirin. Yildirim got, ew ê bloka muxalefeta civakî xurt bikin. -
Darizandina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş dest pê kir
Doza bi îdîaya "biçûkxistina dewletê" li Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hatiye vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê dest pê kir. -
Dewreyeke din a Akademiya Derwêşê Evdî qediya
Bi dehan ciwanên Êzidî, perwerdeya xwe ya li Dewreya Şehîd Delîl a Akademiya Derwêşê Evdî qedandin û tevlî nava refên YBŞ'ê bûn. -
Sêrtî: Em qeyûm nas nakin
Şêniyên Sêrtê li ber desteserkirina Şaredariya Sêrtê rabûn. Nûnerên gelên Kurd û Ereb dibêjin, "Em qeyûm nas nakin. Ev yek darbeya li vîna me ye." -
Hevşaredarê Qoserê hate binçavkirin
Hevşaredarê Qoserê Îsmaîl Asî di serdegirtina avahiya şaredariyê de hate binçavkirin. -
Li eniya Bab û Minbicê çi diqewime, kî plana çi dike?
Serokkomarê Tirk Erdogan di rojên dawî de gelek caran got, ew ê Babê bi dest bixin û berê xwe bidin Minbicê. Erdogan, di encama hin amadekariyên dîplomatîk û leşkerî de ev nêrînên xwe bilêv kir. Lê belê hesabên wî li ber avê diçin. -
Li Babê leşkerekî Tirk mir
Di 'Operasyona Mertala Firatê' de leşkerekî Tirk mir, 5 leşker jî birîndar bûn. -
AKP'ê ferman da bankayan: Krediyê nedin endamên DBP'ê!
Rejîma AKP/Qesrê ku li dijî gelê Kurd şerekî topyekûn ê qirêj dimeşîne, nahêle personelên şaredariyên DBP'yî yên hatine desteserkirin, ji bankayan krediyê bistînin. -
Ji bo her du xwişk bijîn, pêwîstî bi 90 hezar TL heye!
Ji bo tedawiya Afşîn û Arjîn ku nexweşiya masûlke ya pê ketine gihîştiye asteke xetere, ji bo bên dermankirin pêwîstî bi 90 hezar TL heye. -
Bi derba sala 39'an a PKK'ê re wê bêhn li faşîzma AKP'ê biçike!
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan: Berxwedana Xwerêveberiya Demokratîk a sala 38'an, AKP û TC anî ber mirinê. Û ev sîstem wê bi derba Têkoşîna Azadiyê ya sala 39'an a PKK'ê re, nefesa xwe ya dawî bide. -
Endamê Asayîşê Bavê Hogir hate definkirin
Cenazeyê Endamê Asayîşê Îbrehîm Ehmed (Bavê Hogir) ê di encama nexweşiyekê de li Qamişlo jiyana xwe ji dest da, ji aliyê sedan kesî ve hate definkirin. -
Artêşa Tirk li Minbicê jingehên welatiyan bombe dike
Artêşa Tirk êrîşî jîngehên sivîlan ên li Minbic û derdorî wê bicih bûne û çeperên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikin. -
QSD: Em amadene ku bersiva êrîşên dewleta Tirk û çeteyan bidin
Fermandariya Giştî ya QSD’ê: Di rewşekî ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê dewam bikin de, em amadene piştgirî bidin Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û bersiv bidin êrîşên dagirkeriyê. -
‘Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê têkoşînek mirovahiyê ye’
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang kir ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê pêwîst e wek têkoşînek mirovahî, demokrasî û azadiyê li her derê bê geşkirin. -
Ahmet Turk ên hate girtin: Serî natewînin!
Ahmet Turk, di îfadeya xwe de wiha got: “Me 12’yê Îlonê, salên 90’î jiyan kir, serî netewand, niha qet natewînin.” -
Şervanên YPG’ê bi merasîmekî heybet hatin oxirkirin
Cenazeyên 10 şervanên YPG’ê ku di demên cûda de li Til Hemîsê jiyana xwe ji dest dabûn, li goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmeke heybet ber bi rêwîstiya dawî ve hatin oxirkirin. -
‘Dikarin me dîl bigirin, lê nikarin me ji têkoşîna azadiyê bidin vegerandin’
DBP’ê bi zimanekî tund girtina Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk şermezar kir, diyar kir ku qet nikarin wan ji têkoşîna azadiyê vegerînin, banga bilindkirina têkoşîna hevpar kirin. -
Êrîşên li ser gundê Sibwêranê hate şikandin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, êrîşên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên girêdayî wê ya li ser gundê Sibwêran hate şikandin, di şer de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. -
Serokê Şaxê ÎHD’ê yê Şirnexê Ûysal jî hate binçavkirin
Serokê Şaxê ÎHD’ê yê Şirnexê Emîrhan Ûysal hate binçavkirin. -
YPG: Arteşa Tirk bi çekên giran êrîşî gundên Rojava dike
YPG êrîşên artêş Tirk a dagirker ya li ser gundên Rojava dewam dikin. Her wiha sînor derbas dikin û pêgeryên keşfê yên bê mirov jî li ser gelek gundên Rojhilatê Kobanê re difirin. -
Ahmet Turk hate girtin
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê ku bi biryara Wezareta Karê Hundir ji kar hate girtin û li şûn wî qeyûm hate wezîfedarkirin, bi hinceta “Endamê rêxistinê” hate girtin. -
Li Minbicê tankek din jî hate rûxandin
Li Minbicê tankekî din a aîdî dewleta dagirker a Tirk hate rûxandin. -
Cenazeyê Kasim Tarî jî hate derxistin
Cenazeyê yek ji karkerên ku mabûn di bin axa madena li navçeya Şêrwanê de derxistin. -
MLKP Rojava KKO: Em azadiya jinê gav bi gav mezin dikin
Rêxistina Jinê ya Komunîst (KKO) a MLKP Rojava têkîldarî 25’ê Mijdarê daxuyanî da û got; “Em azadiya jinê jî gav bi gav mezin dikin. Em ê zihniyeta zilamserwer a ku jinê tine dihesibîne têk bibin. Em ê dawiyê li tundiya DAÎŞ’ê bînin.” -
Li Çelê tankek hat rûxandin
Gerîlayên HPG/YJA Starê li dora girê Şehîd Zekî yê navçeya Çelê çalakiyek pêk anîn û di encamê de tankek îmha kirin, 2 leşker jî kuştin.