Li eniya Bab û Minbicê çi diqewime, kî plana çi dike?

Serokkomarê Tirk Erdogan di rojên dawî de gelek caran got, ew ê Babê bi dest bixin û berê xwe bidin Minbicê. Erdogan, di encama hin amadekariyên dîplomatîk û leşkerî de ev nêrînên xwe bilêv kir. Lê belê hesabên wî li ber avê diçin.

Serokkomarê Tirk Erdogan di rojên dawî de gelek caran got, ew ê Babê bi dest bixin û berê xwe bidin Minbicê. Erdogan, di encama hin amadekariyên dîplomatîk û leşkerî de ev nêrînên xwe bilêv kir. Lê belê hesabên wî li ber avê diçin.

PLANA TIRKIYEYÊ Û REWŞA HEYÎ

Dubare jî be, girîng e ku mirov li plana Tirkiyeyê ya li ser xeta Minbic û Babê binêrin û rewşa heyî binirxînin. Hêzên ser bi Tirkiyeyê dema li ser xeta Cerablûs, Raî û Mare bi cih bûn, berê xwe dan El Bab. Dixwaze Babê kontrol bike û pêşî li vebûna korîdora Hêzên Demokratîk a li herêma Bakurê Sûriyeyê-Rojava bigire. Ev plan planeke veşartî nîne. Tirkiye qîma xwe bi vê nîne û dixwaze hê zêdegaviyê bike. Bi girtina Babê re dixwaze berê xwe bide başûrrojhilat û biçe heta Reqayê.

Ji bo vê plana xwe, di dema dawî de bi Rûsya û DYA re gelek hevdîtin kir. Rûsyayê qebûl kir ku Tirkiye Babê bigire yan jî mîna ku qebûl kiriye tevdigere. Bi gotineke din, Tirkiyeyê di berdêla Babê de Heleb firot Rûsyayê! Rêveberiya Şamê û Îran jî ji vê peymana Rûsyayê aciz in. Li gorî hin şîrovekerên li herêmê, Rûsyayê ji aliyekî ve bi Tirkiyeyê re li hev kir, li aliyê din jî bi rêya Şamê bû asteng û Tirkiye li Babê xist rewşa ofsaytê. Di encama vê yekê de 'hêzên Sûriyeyê' li leşkerên Tirkiyeyê yên li herêma Babê xistin. Û peyama 'neyê Babê' jê re hat dayîn.

KONTROLKIRINA BABÊ NE MIJAREKE LEŞKERÎ YE, YA SIYASÎ YE

Hêzên ser bi Tirkiyeyê ev çend roj in li bakurê Babê bi cih bûne. Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên ji aliyê Efrînê û Minbicê tên, bi qasî 18 kîlometreyan nêzî hev bûne. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên ji rojhilatê Minbicê ve berê xwe dane Babê û hin gundên sivîlan ên li herêmê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve gelek caran hatin bombekirin. DYA jî dengê xwe li van êrîşan nekir. Ji ber ku DYA 'naxwaze' Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji Minbicê ber bi rojhilat ve biçin. Dibêjin 'Me bi Tirkiyeyê re li hev kirine'.

Ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk, vekirina korîdorekê ji Minbicê heta Efrînê, yanî vekirina korîdorek ji Babê yan jî derdora wê, rewşeke leşkerî nîne, ew mijareke siyasî ye. Eger hevsengiyên siyasî guncaw bibin, korîdor dikare di nava rojekê de jî bê vekirin. Ji bo vê jî, çav li hevsengiyên siyasî yên li rojhilat û rojavayê Babê ye.

Li rojhilatê Babê Amerîka, li rojava, başûr û rojavayê wê jî rêveberiya Şamê, Rûsya û Îran ji aliyê siyasî ve bi bandor in. Yanî li her du aliyên herêma ji 18 kîlometreyan, şert û mercên siyasî gelekî cuda ne. Û ev hevsengiyên siyasî ne rojane, carna du saetan carekê jî diguherin. Li vê derê ji aliyê leşkerî û siyasî ve şerekî biçûk ê cîhanê diqewime. Hêzên Sûriyeya Demokratîk dixwazin di vî şerê cîhanê de bi ser bikevin. Û ji bo vê jî, tifaqên dewleta Tirk ên ji bo bibe asteng ava kiriye, gav bi gav dişopînin û li gorî wê pêngavan destnîşan dikin.

Rûsya û DYA jî dixwazin, Hêzên Sûriyeya Demokratîk di rewşeke ku timî hewcedarê wan be, bimîne. Ji bo vê jî di gelek mijaran de tawîzê didin Tirkiyeyê.

ÊRÎŞA LI DIJÎ MINBICÊ Û OPERASYONA REQAYÊ

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ji aliyekî ve têkiliyên xwe yên bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re didomîne, lê li aliyê din bi Tirkiyeyê re gefê li van hêzan dixwe. Ji ber ku DYA êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Minbicê erê kiriye, operasyona Reqayê li ber rawestînê ye. DYA bi Tirkiyeyê re li ser Reqayê bazarê dike. Têkilî û bazara DYA û Tirkiyeyê li ser derdora Minbic û Babê, wê bandorê li çarenûsa Reqayê jî bike.

Gefên Tirkiyeyê yên 'Em ê Minbicê bi dest bixin' tenê xeyal e. Ji xwe di rojên dawî de li rojavayê Minbicê şerekî dijwar qewimî û hêzên Tirk derbeke mezin xwarin.

Eger êrîşên hewayî nebin, hêzên Tirk nikarin bi kîlometreyekê jî li vir bi pêş ve biçin. Cihê ku niha lê ne jî, di encama li hevkirina bi DAIŞ'ê re bi dest xistin. Axek ji metroyekê jî nekarîne ji hêzên QSD'ê bigirin.

WÊ REWŞA BABÊ ÇI BE?

Pirsa ku niha bersiv jê re divê, siberoja Babê ye. Ji bo Tirkiyeyê bidestnexistina Babê ji aliyê leşkerî û siyasî ve têkçûneke mezin e. Û bidestxistin û parastna Babê, hema hema nepêkan e.

Rêveberiya Şamê naxwaze Tirkiye Babê bi dest bixe û li ser Reqa û Helebê bi bandor be. Di rewşeke bi vî rengî de pêkane ku Bab bikeve kontrola hêzên Sûriyeyê.

Ji aliyê DYA ve rewş bêhtir tevlîhev e. Dixwaze bi Kurdan, QSD û Tirkiyeyê re di heman demê de têkiliyê deyne, lê naxwaze ti ji van hêzan li ser rûyê erdê bi bandor bin. Zêdegaviya Tirkiyeyê li ser rûyê erdê, zerarê dide polîtîkayên DYA. Hin rayedarên siyasî yên DYA'yî hatin Rojava û rewş nirxandin. Heta ku rêveberiya nû ya DYA dest bi kar bike, wê valahiyên girîng rû bidin. Wê her kes hewl bide ji vê valahiyê sûdê werbigire û plana xwe bixe meriyetê.

Rûsya ku pêşî li pêşveçûna QSD'ê ber bi Babê ve digire, dixwaze bi rêya rêveberiya Şamê Babê bi dest bixe û bibe 'cîranê' hêzên Tirk. Di berdêla vê de jî dixwaze Tirkiyeyê li Helebê qels bike.

REWŞA QSD'Ê

Ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk, eger Bab nekeve destê Tirkiyeyê, wê ev yek bibe serketinek. Li gorî şert û mercan eger QSD Babê bi dest bixe, ev yek wê bibe serketineke gelekî mezin. Lê belê karê sereke ew e ku di destpêkê de li herêmê pêşî li Tirkiyeyê were girtin. Hêzên QSD'ê li gorî hevsengiyên leşkerî û siyasî pozîsyona xwe diyar dike. Ji xwe ji sînorên heyî vekişîn nîne, pêş de çûn heye.