Nûçeya Lezgîn: Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng

Endamê Asayîşê Bavê Hogir hate definkirin

Cenazeyê Endamê Asayîşê Îbrehîm Ehmed (Bavê Hogir) ê di encama nexweşiyekê de li Qamişlo jiyana xwe ji dest da, ji aliyê sedan kesî ve hate definkirin.

Endamê Asayîşê Îbrehîm Ehmed (Bavê Hogir) 2 roj berê di encama nexweşiyekê de li Qamişlo jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ehmed anîn Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê.

Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo, Hevseroka Desteya Darayî Remziya Mihemed, Endama Rêveber a Desteya Şaredariyan a Kantona Cizîrê Roza tolhildan, nûnerên sazî û partiyên siyasî yên ji hemû pêkhateyên Rojava jî di nav de bi sedan kesî cenaze ji Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê wergiritin û bi konvoyekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Girseya gel darbesta Ehmed hata goristanê li ser milan birin. Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Elî Ehmê axivî û soz da ku wê heta dawî şopdarên rêya cangoriyan bin.

Di merasîmê de Endama Rêveberiya Asayîşa Rojava Nûjan Hesen axivî û got ku gelê herêmê bi tekoşîna xwe gelek destkeftî bi destxistine. Nûjan di axaftina xwe de bal kişand ser kesayeta tekoşer Îbrehîm Ehmed û got ku hemû endamên malbatê di nava tekoşînê de ne û wiha pê de çû: ʺTevî rewşa bavê Hogir a tendirustiyê giran jî bibû, lê qebûl ne dikir dest ji karê xwe berde.ʺ

Di merasîmê de her wiha Birayê tekoşer Bavê Hogir û Endamê Meclîsa PYDʹê Şêxmûs Ehmed axivî û da diyar kir ku pêkhateyên herêmê bi tekoşîn û hevgirtina xwe karîbû gelek destkeftiyan bidest bixe û destnîşan kir ku gelê herêmê wê çete û dîktatoran di Sûriyeyê de nehêlin.

Herî dawî jî Hevjîna Bavê Hogir, Endama Rêveber a Kongreya Star Welîda Bûtî axivî û got ku Bavê Hogir her dem rçya wê ya xebatan vedikir û di xebatên wê de alîkariya wê dikir. Welîda Bûtî di dawiya axafitna xwe de soz da ku wê heta dawî şopdarên rêya hemû şehîdan bin.

Piştî axaftinan sicîlê Endamê Asayîşê Bavê Hogr hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê Bavê Hogir bi dirûşim û tilîliyan defin kirin.