Ahmet Turk ên hate girtin: Serî natewînin!

Ahmet Turk, di îfadeya xwe de wiha got: “Me 12’yê Îlonê, salên 90’î jiyan kir, serî netewand, niha qet natewînin.”

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Amhet Turk ê ku bi biryara Wezareta Karê Hundir ji kar hate girtin û di saetên danê şevê ji aliyê 2.Dadgeha Ceza ya Sulh a Mêrdînê ve hate girtin, di îfadeya xwe de diyar kir ku girtin wî siyasiye, tevahî temenê xwe di têkoşîna aştiyê de derbas kirye, ser natewînin.

‘ME XIZMET JI BO GELÊ XWE KIR’

Turk di îfadeya xwe de wiha got:

“Ev 40 sal in ez siyasetê dikim, min temenê xwe bexşî têkoşîna aştiyê kiriye. Min 12’yê Îlonê, salên 90’î jiyan kir, dîsa heman tiştî tên jiyîn, serî natewînim. Ev biryar siyasî ye. Me ximet ji bo gelê xwe kir, hûn nikarin bi şahidên veşartî min sucdar bikin.