Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, di salvegera 38. a damezrandina PKK'ê de bersiv da pirsên me.
Kalkan di destpêka axaftina xwe de 38. salvegera damezrandina fermî ya PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Kurd, mirovahiyê û têkoşeran pîroz kir. Di şexsê kadroyên pêşeng Hakî Karer, Mazlûm Dogan û Sakîne Cansiz de hemû şehîdên partiyê û têkoşîna zadiyê bi rêzdarî bibîr anî û got, "Sala 39'an a PKK'ê wê bibe saleke mezin a azadiyê, sala serketinê."
Kalkan da xuyakirin, gelê Kurd sîstema înkar û tinekirinê, bi ruh, hişmendî û vîna PKK'ê yên bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd re berevajî kir û got, "Vejîn û ji nû ve afirandina azad, li ser bingeha pêşengiyeke bi vî rengî, bi têkoşînê derxist holê. Her tiştê xwe bi rêya PKK'ê bi dest xist. Ji ber vê yekê ye, her roj li kolanan dibêje 'PKK gel e gel li vir e'. Hebûn û siberoja xwe ya azad, di pêşengiya PKK'ê de dibîne."
'PKK'Ê KURD JI NÛ VE AFIRAND'
Dûran Kalkan diyar kir, di nava 38 salan de PKK'ê dîroka tinebûnê ya Kurdan veguherand dîroka vejîn, hebûna azad û destnîşan kir, ku ev yek bû mîladek û dîroka Kurdê azad afirand.
Kalkan got, "PKK'ê Kurdê mirî zindî kir. Kurdistan a ku veguherîbû çavkaniya hemû şêweyên paşverûtiyê, veguherand keleha mirovahiya azad û demokrasiyê ya Rojhilata Navîn. Kir keleha hebûna azad."
Kalkan da zanîn, gavên PKK'ê avêt û encama afirand, mûcîzewî ne û got, "Ya ku nepêkan bû, pêk anî."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan anî ziman, PKK bû vejîna civak û takekesiya azad a Kurdan û got: "PKK'ê nasnameyek afirand. Hebûna Kurdê azad û nasnameya PKK'ê bûn yek."
DI SALA 38'AN DE TÊKOŞÎNA XWERÊVEBERIYÊ
Kalkan da xuyakirin, ku sala 38'an a PKK'ê, bû sala têkoşîneke gelekî mezin û wiha dewam kir: "Di sala 38'an a berxwedana mezin a bajaran ket rojevê. Li dijî êrîşên şerê taybet û faşîst ên topyekûn, ku faşîzma AKP'ê û mêtîngeriya Tirk ji bo tinekirina civaka Kurd û netewebûna demokratîk a Kurd da destpêkirin, jin û ciwanên Kurd ên bi ruh û hişmendiya Rêber Apo, ji bo parastina hebûna gel û azadiya xwe, dest bi berxwedana parastina bajaran a herî girîng kirin.
Vê lehengiya mezin a li Cizîr û Sûrê dest pê kir, ji Nisêbînê heta Şirnex, Geverê, ji Dêrikê heta Farqîn, gimgimê, li gelemperiya bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê belav bû û rastiya berxwedana nû ya bajaran, ku em weke Berxwedana Xwerêveberiya Demokratîk bi nav dikin, afirand. Ez vê berxwedanê silav dikim."
BI DERBA DAWÎ YA SALA 39'AN RE WÊ SÎSTEM NEFESA DAWÎ BIDE
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir, ku di sala 38'an de pêşketinên gelekî girîng derketin holê û di şexsê AKP'ê de dewleta Tirkiyeyê gihîşt asta tinebûnê.
Kalkan wiha dewam kir: "Dibêjin 'em têkoşîna man û nemanê dimeşînin'. Berxwedana Xwerêveberiya Demokratîk a PKK'ê, ku di sala 38'an de da destpêkirin, rêveberiya AKP'ê û dewleta TC gihand ber mirinê. Hin pisporên şerê psîkolojîk dibêjin, 'PKK'ê hewl da rabe serhildanê, lê bi ser neket'. Ev hemû derew e. PKK'ê lehengiya xwe ya herî mezin bi Berxwedana Xwerêveberiya Demokratîk a li bajaran di sala 38'an de pêk anî. Pêşketina herî mezin li wir afirand. Bi vê berxwedana xwe re sîstema mêtînger faşîst gihand ber mirinê. Ev sîstem wê bi derba Têkoşîna Azadiyê ya sala 39'an a PKK'ê re nefesa xwe ya dawî bide."
Kalkan da zanîn, êdî şensê jiyanê yê sîstema faşîst qirker li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn nema ye û got, "Hewldana vê sîstemê ya ji bo mayîn û jiyanê, nebaşiyê li her kesî dike, mirovahiyê dirizîne. Veguheriye çavkaniya hemû nebaşiyan."
'PKK WÊ TI CARÎ WINDA NAKE'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir, ku weke partî û gel, di sala 38'an de ew bi çil qatî ji faşîzma AKP û dewleta Tirk xurtir in û got, "Belê em şer dikin. Zor û zehmetiyên vê hene. Em şehîdan didin. Lê ji xwe têkoşîna PKK'ê her tim bi zor û zehmetiyan derbas bû. Her tim ji astengiyan derbas bû, zehmetî têk bir û xwe gihand roja îro. Ji xwe qîmetê wê, mezinahiya wê, wateya wê ev e. Ya ku bi hêsanî bê qezençkirin, bi hêsanî ji dest jî diçe. PKK'ê bi zorê qezenç kir, lewma winda nake. PKK ti carî winda nake, divê her kes bi vê rastiyê zanibe.
Dûran Kalkan herî dawî diyar kir, hêzên bindest ên pêwîstiya xwe bi azadiyê heye, dikarin ji vê têkoşînê dersên dewlemend derxîne, têbigihêjin û ji bo serketina têkoşîna xwe bi kar bînin.