Nûçeya Lezgîn: Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng

AKP'ê ferman da bankayan: Krediyê nedin endamên DBP'ê!

Rejîma AKP/Qesrê ku li dijî gelê Kurd şerekî topyekûn ê qirêj dimeşîne, nahêle personelên şaredariyên DBP'yî yên hatine desteserkirin, ji bankayan krediyê bistînin.

Konsepta şerê qirêj ê rejîma AKP/Qesrê, li her qada jiyanê li dijî Kurdan tê meşandin. Piştî desteserkirina şaredariyan û girtina sazî û komeleyên Kurdan û hêzên demokratîk, niha jî li dijî karmend û kedkarên li şaredariyên DBP'ê dixebitin, êrîşê dest pê kir.

Walîtiya Tirk a li Rihayê, qeymeqamên navçeyan weke qeyûmên 'fîîlî' li şaredariyê Wêranşar, Heweng û Xelfetiyê yên DBP'yî erkdar kir. Piştî vê darbeyê, polîtîkayên rejîma AKP/Qesrê yên ji bo tepisandinê, roj bi roj eşkere dibin.

BANKA: BIRYAR NAVENDÎ YE

Derket holê, AKP'ê gefa danekirinê li bankayan xwariye, ku divê bi ti awayî krediyê nedin personelên şaredariyên DBP'yî. Xebatkarên şaredariyên DBP'yî ji bo krediyên pêwîstiyê, wesayît û malê serî li gelek bankayên weke Îş Bankasi û Zîraat Bankasi dan, lê belê rayedarên van bankayan ji wan re gotin, "Em nikarin krediyê bidin we. Biryareke navendî ya bankaya me heye."

Li gorî agahiyên ji personelên li bankayan dixebitin hatin wergirtin, biryarên li navendên bankayan hatine girtin ji şaxên bankayan re hatine ragihandin û di van biryaran de ferman tê dayîn, ku bi ti awayî kredî ji xebatkarên şaredariyên DBP'yî re neyê dayîn.

Xebatkarên şaredariyê dan xuyakirin, ku rejîma AKP/Qesrê hewl dide li ser mexdûriyeta gelê Kurd 'bi ser bikeve', lê belê wê têk biçe.