YPG: Arteşa Tirk bi çekên giran êrîşî gundên Rojava dike

YPG êrîşên artêş Tirk a dagirker ya li ser gundên Rojava dewam dikin. Her wiha sînor derbas dikin û pêgeryên keşfê yên bê mirov jî li ser gelek gundên Rojhilatê Kobanê re difirin.

Navenda Ragihandin YPG’ê ragihan ku êrîşên dewleta Tirk a li ser gundên Rojava dewam dikin û her wiha pêgeyên bêmirov jî li herêmê digerin. YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên SÛK’ê jî ya li ser gûndên Koban, bandava Tişrîn û Efrînê didomin.

YPG’ê diyar kir ku êrîşên Arteşa Tirk a li ser xaka Rojava her diçe zedê dibe. Di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk 21-22’ê Mijdarê bi çekên giran çend êrîşên cûda birin li ser gundên Silipkiran û Carikli yên dikeve Rojhilatê Kobanê. Bi awayekî hemwext wesayîtên zirxî yên arteşa Tirk sînor derbas dikin û piştî demek kin carek din vegeriyan aliyê din ê sînor.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Arteşa Tirk 21-22’ê Mijdarê êrîşê Girê Spî jî kir. Arteşa Tirk di nava her 2 rojan de bi çekên giran êrîş bir li ser gundên Sûlulê, Girbenavê û Alişarê yên giredayî Girê Spî. Arteşa Tirk li gundên Dinayikê, Esafa û Xanikê jî sînor derbas kirin û piştî demekî carek din vegeriya Bakurê sînor.

Di nava van rojan de balafirên keşfê yên arteşa Tirk jî bê navber li van qadan xebate keşfê meşandiye. Balafirên şer ên arteşa Tirk jî şeva 23’ê Mijdarê li ser gundê Aşmê ya dikeve Rojhilatê Kobanê firiya ye.”

ÇETE BI ÇEKÊN GIRAN ÊRÎŞÎ DIKIN

YPG’ destnîşan kir ku 21’ê Mijdarê saetên nîvro çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Şemseddîn a dikeve Rojhilatê başûr a Bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.

Çeteyan roja 23’ê Mijdarê saet 14.00’an de jî bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Cibilsefa ya dikeve Rojhilatê başûr a Bendava Tişrîn.

BI HEWANAN ÊRÎŞ SER GUNDAN DIKIN

YPG’ê têkildarî êrîşên çeteyên SÛK’ê jî ev agahî dan: “Çeteyên giredayî Koalîsyona Sûriyeyê şeva 21’ê Mijdarê, saetên nîvro û êvarê ya 22’ê Mijdarê bi çekên giran û topên hewanan 4 êrîşên cûda birin li ser gundên Maranez, Minix û Eyn Deqnê yên giredayî Efrînê.

Çeteyan şeva 23’ê Mijdarê jî bi topên hewanan êrîş birin li ser Mesbeh Haleb û Goristana Zarokan ên giredayî Taxa Şêx Meqsûd a Halebê. “