Yildirim: Li dijî destûr bingehîn a yekparêz em ê bloka muxalefetê xurt bikin

Wekîlê HDP’ê Yildirim diyar kir, destûra bingehîn a nû ku tê amadekirin, ji temsîlkirina piraniyê dûr e û bi hişmendiyeke yekparêz tê avakirin. Yildirim got, ew ê bloka muxalefeta civakî xurt bikin.

Wekîlê HDP’ê Yildirim diyar kir, destûra bingehîn a nû ku tê amadekirin, ji temsîlkirina piraniyê dûr e û bi hişmendiyeke yekparêz tê avakirin. Yildirim got,  ew ê bloka muxalefeta civakî xurt bikin.

'KU CHP NERAZÎBÛNA XWE JI BO NEBÛNA ME NÎŞAN BIDAYA..'

Wekîlê HDP’ê yê Mûşê Ahmet Yildirim diyar kir ku xebatê destûra bingehîn a ku bi hevkariya AKP û MHP’ê diyar dibe ji tevlêkariyê dûr e û pêngaveke bi wê mebestê ye ku jêravaniya rejîma yekzilamiyê ava bikin. Yildirim got: "Partiyên ku wê xizmetê ji vê rejîma yekzilamiyê re bikin Tebaxê em li derve hiştin û hatin cem hev; ji ber ku me wekî HDP’ê xizmet ne rejîma yekzilamiyê re lê ji paradîgmayeke wiha re xizmet dikir ku bêhtir tevlêkariya demokratîk a dida pêş û xwe navendîkirin li paş dihaşt, ku me ev di pêşniyara xwe ya  ji bo destûrê de weke, herêmên xweser ên demokratîk bi nav dikir ku rêveberiyên herêmî lê dihatine xurtkirin. Ev nêzîkatî û paradîgmaya me xala herî tayebet e ku me ji partiyên din vediqetîne. Xaleke dî ya girîng jî ew e ku vederkirina CHP’ê ye ku rejîma yekzilamî bi derengî fêhm kir. Lê beriya bi sê mehan dema ku ev sê partî hatin cem hev û li ser vê rewşê axivîn ku CHP’ê ji bo nebûna me nerazîbûn nîşandan bidaya îro ew ê li derveyî vî kar nemaye."

'METNA KU QESRÊ LI BER AKP’Ê Û MHP’Ê DANIYE'

Yildirim got, "Em li parlamentoyê jî bin û ne li parlamentoyê jî bin ji bo ku em dînamîkên civakî yên muxalîf çalak bikin û destûra bingehîn a ku piranîparêziyê dide ber xwe amade bikin, em ê kêferatê bikin"  û bi berdewamî:

"Destûrê bingehîn ne ew reng metn in ku bi komîsyonên berteng û bi fermanên 4-5 kesan standine werin amadekirin. Ji ber ku beramberiya peyamana civakî ye temsîla hemû kesên li wê cografyayê ku lê were sepandin derdibirîne. Li ser vê bingehê hê beriya ku derbasî naverokê bibin, ji destpêkê ve ku weke şêwaz tê nirxandin gaveke şaş hatiye avêtin. Ji bo vê jî, ku di di destpêkê de bişkoka qutik şaş hatibe girtin ne pêkan e ku bişkoka dî rast were girêdan. Ji bo vê jî, em bêyî ku li naverokê binerin, destûr bingehîn ya ku wê derbikeve wê metneke wiha be ku ji hêla Qesrê ve li ber AKP, MHP’ê hatibe danîn û ji vê pê ve ne xwedî ti wateyeke dî be."

'EM Ê BI BIRÊN CIVAKÎ YÊN DEMOKRAT RE WERIN CEM HEV'

Yildirim diyar kir, destûrên bingehîn ne cure peyman in ku  tenê bi temsîlên partiyên li meclîsê werin amadekirin û wiha got: "Divê komên siyasî yên li derveyî parlamentoyê, birên civakî yên demokratîk û muxalefeta civakî jî tevlî vê pêvajoyê were kirin. Li dinyayê çi destûrên ku hinekî bêhna demokrasiyê ji wan tê bi vî rengî hatine amdekirin. Ji bo vê jî, li nav parlamentoyê kî li ser van rêgezan bi me re tevbigere em ê bi wan re havkariyê bikin, her wiha di rewşeke wiha de ku ev li parlamentoyê pêk neyê, em ê di nav wê hewldanê de bin ku bi hemû dînamîkên civakî û demokratîk re werin cem hev, bloka muxalefetê xurt bikin û daxwaza guherîn û veguherînê ya civakê derxînin holê."