Nûçeya Lezgîn: Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng

Li Babê leşkerekî Tirk mir

Di 'Operasyona Mertala Firatê' de leşkerekî Tirk mir, 5 leşker jî birîndar bûn.

Di operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk de, ku ev 94 roj in li nava axa Sûriyeyê di bin navê 'operasyona Mertala Firatê' de dimeşîne, leşkerekî Tirk mir. Hat ragihandin, di şerê bi DAIŞ'ê re leşker miriye. Di şer de 5 leşker jî birîndar bûn.

Her wiha ji çeteyên 'Artêşa Azad' ên ku pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê 4 kes mirin, 25 kes jî birîndar bûn.

Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk jî bi daxuyaniyekê ev yek piştrast kir.