KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Qeyûmê li Bedlîsê nahêle gel şîroveyan bike
Ahmet Çinar ku weke qeyûm li Şaredariya Bedlîsê hate bicihkirin, weke karê destpêkê hesabên medya civakî yên şaredariyê li şîroveyan girt. -
'Ne ji HPG û YPG'ê bûya, kes li Şengalê sax nedima'
Şervanê YBŞ'ê Dilxwaz Girzerik, ku di êrîşa çeteyan a 3'ê Tebaxa 2014'an de piraniya malbata wî ya ji 9 kesan kete destê DAIŞ'ê got, "Eger heval bi hawara me ve nehatibûna, îro kes li Şengalê sax nedima." -
Desteserkirinê ji 'Apê Dîn' ê Sûrê bipirsin
Hêzên dewletê, ji Adarê û pê ve dîroka Sûrê tine kirin û bermayiyên wê jî rijandin qiraxa Çemê Dîcleyê. Ji sedî 82 ê Sûrê di bin navê 'gelemperîkirinê' de tê talankirin. -
Li Dersimê şer
Di navbera leşkerên li Geliyê Mûnzûrê derketibûn operasyonê û gerîlayan de şerê dijwar diqewimin. -
Nasnameya 8 şervanên azadiyê hatin eşkerekirin
YPG’ê nasnameya 8 şervanên YPG’ê ku di berxwedana gundê Ebû Fas û Til Temirê de, gihiştin şehadetê eşkere kirin. -
KCK: Tahîr Elçî bi zanebûn hat qetilkirin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi bîr xist ku Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji ber gotinên xwe yên “PKK ne rêxistina terorî ye” hatiye qetilkirin, destnîşan kir ku wê ji bo bîranîna wî têkoşîna demokrasiyê bê mezinkirin. -
‘PKK, li xaka ku xwestin tirsê ava bikin, ji nû ve şîn bû’
Salvegera damezirandin PKK’ê li Çiyayê Şengalê ji aliyê gel û gerîlayên HPG-YJA-Star ve bi aktivîteyên cuda hate pîrozkirin. Şervanên ku li Şengalê têkildarî salvegera damezirandina PKK’ê ji ajansa me re nirxandin kirin. -
Gelê Minbicê oxira 4 şehîdên xwe hilanî
Gelê Minbicê, 4 şehîdên xwe li gundê Ebû Qelqelê ber bi bêdawiyê şandin. -
TAK çalakiya li dijî Walîtiya Edeneyê li xwe girt
Teyrên Bazên Azadiya Kurdistanê (TAK) çalakiya li dijî Walîtiya Edeneyê li xwe girt. -
Ji bo Balûken daxwaza cezayê girtîgehê yê heta hetayî tê xwestin
Ji bo Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, bi daxwaza “Cezayê girtîgehê yê heta hetayê” doz hate vekirin. Dosya, bi daxwaza yekirinê şandin Dadgeha Cezayê Giran a Amedê. -
Mamosteyên Kerkûkê: Ne sedeqeyan lê mûçeyên me bidin
Mamosteyê Kerkûkê diyar kirin ku divê bi lezgîn mûçeyên wan bê ku bê kêmkirin bên dayîn. -
Şehîdên topbarana çeteyên SÛK’ê hatin definkirin
Welatiyên Taxa Şêx Meqsûd a Helebê 6 sivîlên ku di toparana çeteyên SÛK’ê de jiyana xwe ji dest dabûn, ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin. -
Li Êlihê 6 kes hatin girtin
Li Êlihê ji 7 kesên ku hefteya borî hatibûn binçavkirin 6 kes hatin girtin. Li Berwariyê jî 3 HDP’yî hatin binçavkirin. -
Dozgeriya Tirk dixwaze 230 sal cezayê girtîgehê li Kişanak bibire
Dozgeriya Tirk, li dijî Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Kişanak gilînameyek amade kir û xwest, Kişanak bi 230 sal cezayê girtîgehê were cezakirin. -
Nasnameya 4 gerîlayên YJA Starê hate eşkerekirin
HPG'e nasnameya 4 gerîlayên YJA Starê yên li herêma Cûdî ya Şirnexê di şerê 24'ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. -
Li Erdîşê 31 kes hatin girtin
Ji 37 kesên di operasyonên qirkirina siyasî de roja 17'ê Mijdarê li Erdîşê hatin binçavkirin, 31 bi îdîaya "endametî û alîkariya ji bo rêxistinê hatin girtin. -
'Ji bo wan maden ji canê me bi qîmetir e'
Malbatên karkerên ku li Şîrvanê di komkujiya madenê de jiyana xwe ji dest dan diyar kirin ku axê ji karkerên ku di bin axê de man girîngtir dibînin û gotin, "Ji bo wan ax ji canên me yên bi qîmet, bi qîmetir e." -
Artêşa Tirk bi fuzeyan êrîşî gundê Olaşa dike
Artêşa Tirk a dagirker, bi fuzeyên Katyûşa û obusan êrîşî gundê Olaşa yê Minbicê dike. -
HPG: Yekîneyên metropolan efserek û 5 polîs kuştin
Yekîneyên metropolan ên HPG'ê hin çalakî lidar xistin. Di encama çalakiyan de efserek û 5 polîs hatin kuştin. -
46 hevserokên şaredariyê yên DBP’ê hatin girtin
46 Hevserokên Şaredariyê yên DBP’ê hatin girtin û 38 ji van ji kar hatin kirin. Li ser 7 hevserokan jî biryara girtinê heye. 35 şaredarî jî hatin desteserkirin. -
AKP qeyûman peyda nake!
Hevserokên şaredariya Norşînê hatin girtin lê AKP’ê qeyûmên ku bîne ser şaredariyê peyda nekir. -
Ciwanên ji Xurmatû nerazîbûn nîşanî plana dewleta Tirk a dagirkirina Başûr dan
Ciwanên ji Xurmatû nerazîbûn nîşanî amadekariyên operasyoneke leşkerî ya dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê dan û gotin, "Ev yek plana dagirkirina Kurdistanê ye. Weke gelê Başûrê Kurdistanê em ê li dijî vê li ber xwe bidin." -
'Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe axa xwe biparêzin'
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dan xuyakirin, ku li dijî êrîşên giran ên dewleta Tirk û çeteyên wê, ew bi hêzeke mezin li ber xwe didin. -
Hevşaredarên navçeya Milazgirê hatin girtin
Hevşaredarên navçeya Milazgîrê Halîs Coşkun û Memnune Seylemez û Wekîlê hevserokê navçeyê yê DBP'ê Maşallah Burhanli hatin girtin. -
Ebû Hecî ku çar keçên wî şehîd in: Neviyên min wê şûna wan dagirin
Navê wî Silêman e. 90 salî ye. Her kes wî weke Ebû Hecî nas dike. Li Rojava, ya jî li Helebê, yek ji mirovên destpêkê ye ku Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kiriye.