Mamosteyên Kerkûkê: Ne sedeqeyan lê mûçeyên me bidin
Mamosteyê Kerkûkê diyar kirin ku divê bi lezgîn mûçeyên wan bê ku bê kêmkirin bên dayîn.
Mamosteyê Kerkûkê diyar kirin ku divê bi lezgîn mûçeyên wan bê ku bê kêmkirin bên dayîn.
Mamosteyên Kerkûkê têkildarî kêmkirina mûçe xwe îro daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Li ser navê mamosteyan Mihemed Seîd diyar kir ku ew ne sedeqeyan lê mûçeyên xwe dixwazin.
Seîd got: ‘’Em weke mamoste di rewşeke giran de ne. Em weke mamosteyên Kerkûkê dixwazin ku ev pirsgirêk di nêzîktirîn demê de were çareserkirin.’’ Seîd diyar kir li gel ku li heman dibistanê ne jî mamosteyên ku girêdayî hikûmeta navendî ya Iraqê ne mûçeyên xwe distînin lê yên ku girêdayî hikûmeta Başûrê Kurdistanê de serê 40 rojan carekê ji mûçeyên xwe ji 4 paran yekê tenê jê distînin û ev rewş nayê qebûlkirin û got, ‘’em ne sedeqeyan lê mûçeyên xwe bi temamî dixwazin.’’
BANG LI HIKÛMETA BAŞÛR
Mamosteyan diyar kirin gelê Kerkûkê ji bo ku Kerkûk weke parçeyek ji Kurdistanê bimîne gelek berdêl dane û got:
‘’Kerkûk di navbera hikûmeta herêmê û navendî de tim bûye qada hevkêşanê. Ji bo ku nîşan bidin ku Kerkûk Kurdistan e gelê Kerkûkê berdêleke giran dane. Hikûmeta Başûr Kerkûkê weke Qudsa Kurdan bin av dike. Naxwe divê giringiyeke şayanî vê divê were dayin..’’
DAXWAZ
Di daxuyaniyê de daxwaz wiha hatin vegotin: ‘’Serê 40 rojan li şûna ku ji çar paran yek mûçe me were dayin, divê hemû were dayin; ji bo ku mamoste jiyana ku şayanî wê ne, bijîn divê tiştên hesas pêk bîne; di zûtirîn demê de divê mexdûrbûna mamosteyên Kerkûkê û hem jî yên li deverên din were çareserkirin.’’