Li Sêrtê li gundê Madenê yê Şîrvanê ji ber şeqitîna çiyê ya li qada madenê ya Park Elektrîk a Grûba Cînerê gelek karkeran jiyana xwe dest dabûn û herî dawî ji 16 karkeran yê bi navê Mahmût Batumak jî bi mirî ji bin axê hate derxistin.
Hê jî lêgerîna li Yavuz Yildiz, Halîl Başer, Ibrahîm Kilinç û Nusret Beyza Alma didome.
KARKER: KARKERÊN KU NERAZÎBÛNÊ NÎŞAN DIDIN GEFAN LI WAN DIXWIN
Yek ji karkerê bi navê A. Î dibêje ew rojê 12 saetan dixebitin û dibêje, ‘’Em mecbûr in bixebitin. Li Soma û madenên din jî bûyerên wiha bûn. Lê li wan deran jî mirov neçar man ku bixebitin. Em neçar in, rêyeke dî nîn e. Em jî dixwazin di nav şertên însanÎ de bixebitin lê nabe.’’ A. Î bi berdewamî diyar kir ku fîrmaya taşerona gefan li wan dixwe û dibêje, ‘kesê ku kar naecibînin bila biçin’’
‘BIRAYÊ MIN DI BIN HEZANÊ DE YE’
Birayê Nusret Beyazelma ê ku di bin hezanê de mayî, Riza Beyazelma jî got ji malbata wan 2 kesê din jî di madenê de dixebitin û got:
‘’Birayê min Nûsret hê di bin axê de ye, ev 3 sal in li vir dixebite. Kurê min jî li heman deverê bi birayê min re dixebitî. Beriya hezanê bi hefteyekê kurê min nexweş ket. Ji ber tedawiya xwe rapor girtibû û destûr standibû. Bi giştî mehe tenê 5 rojan dikarin destûrê bistînin.’
Bi berdewamî diyar kir ku ji bo ku pêşî li kuştinên wiha yên kar were girtin divê berpirs werin cezakirin.
‘DIVÊ BERPIRSYAR WERIN DARIZANDIN’
Bavê Ibrahîm Kilinç ku di bin hezanê de mayî diyar kir ku kurê wî hê nû zewicîbû û got:
‘’Kurê min ev 4 sal û nîv bûn li vir dixebitî û hê nû zewicîbû. Carinan di wardiyaya şevê û carinan jî di ya rojê de dixebitî. Dema ku çiya şeqitî ekîbeke karkeran a ji 21 kesî pêk hatî hebû. 5 jê ajokarê qemyonan bûn û dema ku çûbûn valakirinê 5 jê xilas bûn û 16 di bin de man. Bila ez bigihijim zarokê xwe, ku wefat kiribe ez taziyeya wî deynim û piştre jî bi hemû rêyan ji bo ku berpirs werin cizakirin ez ê bilebikim.’’