Desteserkirinê ji 'Apê Dîn' ê Sûrê bipirsin
Hêzên dewletê, ji Adarê û pê ve dîroka Sûrê tine kirin û bermayiyên wê jî rijandin qiraxa Çemê Dîcleyê. Ji sedî 82 ê Sûrê di bin navê 'gelemperîkirinê' de tê talankirin.
Hêzên dewletê, ji Adarê û pê ve dîroka Sûrê tine kirin û bermayiyên wê jî rijandin qiraxa Çemê Dîcleyê. Ji sedî 82 ê Sûrê di bin navê 'gelemperîkirinê' de tê talankirin.
Piştî berxwedana 103 rojan a li Sûrê, dewletê di Adara 2016'an de da xuyakirin, ku "operasyon qediya" ye. Lê belê tevî ku salek di ser qedexeyê re derbas bûye jî, li 6 taxên şer lê qewimî, dorpêçî û di bi navê "gelemperîkirinê" de talaneke mezin dewam dike. Li navçeyê, ku UNESCO di lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê de bi cih kir û xwedî şopên dîroka ji hezaran salî ye, UNESCO û Desteya Parastina Hebûnên Çandî ji bo parastina wê ti tedbîr negirtin. Hêzên dewletê avahiyên ji keviran ên dîrokî xera kirin û bermayiyên wan rijandin qiraxa Çemê Dîcleyê. Kolanên teng, malên ji kevir ên 2 qatî, dêr, mizgeft, hemam, avahiyên dîrokî, bi kurtasî piraniya navçeya bêhempa bi erdê re bû yek. Bermayiyên van avahiyan bi qemyonan ji nava navçeyê tên derxistin. Şêniyên navçeyê jî bi rengekî bêçare li van qemyonan temaşe dikin. Li serê her kolanê polîs 24s aetan nobedê digirin. Navçeya dîrokî bi rewşa xwe ya heyî re veguheriye girtîgeheke vekirî.
JI SEDÎ 82 Ê NAVÇEYÊ 'GELEMPERÎ' KIRIN
Piştî ku êrîşên hêzên dewletê qediyan, hikûmetê biryara 'gelemperîkirina bi lezgînî' da û ev biryara xwe di 25'ê Adarê de li Rojnameya Fermî weşand. Ev biryar ne tenê li 6 taxên şer lê qewimî hat bicihanîn. Ji sedî 82 ê navçeye hate gelemperîkirin. Bi vê biryara mîna xespê re 10 hezar 846 avahî hatin îstimlaqkirin. Di nava van avahiyan de Xana Hasan Paşa, Minareya Çarling, Dêra Dayik Meryem, avahiya Şaredariya Sûrê, Avahiya Cemîlpaşa, Dêra Ermenî ya Sûrp Gîragos, Navenda Çandê ya Dîcle Firatê û Mala Dengbêjan jî hene. Li vê biryara gelemperîkirinê, avahiyên AKP'yiyan nehat bicihkirin û ev yek jî niyeta hikûmetê nîşan dide. Mînak, dewletê dest neda erdê namzetê AKP'ê yê parlamenteriyê Abdurrahman Yakût. Her wiha dest neda Yakût Plaza ya li kolana Gazî. Halbûkî herêma li derdora plazayê bi temamî hatiye gelemperîkirin.
'JI BO ŞEHÎDÊN XWE JÎ BE, EM Ê NETERIKÎNIN'
Dayîna zerarê li aliyekî, desteserkirina mal û milkên welatiyan, bi deh hezaran kes hê bêhstir mexdûr kir. Şêniyên navçeyê ku saleke li dûrî malên we mîna penaberan dijîn, tevî ku dizanin nikarin encamekê bi dest bixin jî, doz vekirine. Yek ji xaniyên hatine îstimlaqkirin, xaniyê Neze Sonmez a 70 salî ye, ku li kolana Suleylmlan Nazîf e. Sonmez destnîşan dike ku zarokatiya wê li vê malê derbas bûye. Sonmez anî zizman, ew biryara dewletê nas nake û got, "Dewlet dixwaze me ji Sûrê derxîne. Li her derê qereqol çêkirine. Dixwazin me bêzar bikin. Li her derê mirovên dewletê yên çekdar digerin. Pêşniyar dikin ku di berdêla malên me de pereyan bidin. Bila bêjin, gelo ev yek dikare bikeve şûna mala me? Em naxwazin ji mala xwe derkevin. Çi dikin bila bikin em ê dernekevin. Ji wan heye ku bi şandina derveyî bajêr, bi dayîna pere wê karibin me bixapînin. Emrê me li van kolanan derbas bû. Gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan di ber vê axê de. Tenê ji bo şehîdên me jî be em ê vê axê neterikînin."
'EZ LI VIR JI DAYIK BÛM, DIXWAZIM LI VIR BIMIRIM'
Sonmez diyar kir, ku ew dixwaze neviyên wê jî mîna wê li Sûrê mezin bibe û got, "Bi salan hewl didin me bi birçîbûnê terbiye bikin. Piraniya mirovên li Sûrê dijîn xizan in. Dixwazin vê derê pêşkêşî dewlemendan bikin. Bila her kes zanibe; em ê dest ji Sûrê bernedin. Ez li vir ji dayik bûm û dixwazim li vir bimirim."
NEKARÎN JI NAVÇEYA XWE DÛR BIKEVIN
Arjîn Alinmaz a 20 salî ya li taxa Dabanoglû ya qedexekirî mezin bû, mîna her kesî dibêje, mirovên li vir dijîn weke malbatekê ne: "Dema mirov dest ji mala xwe berdidin çiqasî zor be, terikandina Sûrê jî ewqasî zehmet e." Alinmaz da xuyakirin, ku ew nizane niha rewşa mala wan çawa ye û got, "Zarokatiya me tine dikin. Herêma mala me lê ye hê qedexekirî ye. Em nizanin li wir çi diqewime. Me xaniyekî li nêzî Sûrê kirê kir. Li vî xaniyê ji 2 odeyan, em 7 kes dimînin. Mala me ya li Sûrê fireh bû. Yek ji malên dîrokî yên Sûrê bû. Jiyana li derveyî Sûrê gelekî zehmet e. Jiyana li avahiyê ne li gorî me ye. Têkiliya cîrantiyê nîne. Ji bilî xaniyê me cihekî em biçin nîne. Em dixwazin mala xwe, kolana xwe bibînin."
APÊ DÎN' NIHA LI ZAROKÊN BI WAN HÊRS BIBE, DIGERE
Kadrî Aydin (62) ê li Sûrê weke 'Apê Dîn' tê naskirin, bi ken dibêje, ji ber ku bi zarokên li nava kolanan bi gogê dilîstin hêrs dibû, ev nav lê hatiye kirin. Aydin anî ziman ku niha kolan nehatiye hiştin ji bo zarok lê bilîzin û got, "Hewl didin zarokên me bixin nava narkotîkê. Dewletê li vê derê bi saxî ciwan kuşt. Lê belê zarokên me madeyên hişbir qebûl nakin. Heta mirinê em ê li dijî dewletê û bazirganên narkotîkê têbikoşin. Em ê Sûrê neterikînin. Mafê jiyanê nadin me. Bi dehan canên me ji me standin. Niha jî çav berdane malên me û zarokên me yên sax mayî. Dixwazin em Sûrê vala bikin. Mayîna me derdeke, çûyîna me derdek e. Em dixwazin bimînin, em ê jê dernekevin. Lê belê zarokên me hînê madeyên narkotîkê dikin. Em biçin, vê carê em ê bimirin. Em nizanin çi bikin. Bila hinek alîkariyê bide me."
'EZ BI HESRET IM, GOG LI SERÊ MIN BIKEVE'
'Apê Dîn' ê Sûrê bi hêrs daxive û dibêje: "Ev zilma me ji dewletê dît êdî bes e. Dema zarok li kolanan dilîst, ez bi wan hêrs dibûm. Lê êdî ji ber ku gogek nîne niha li serê min bikeve, dilê min dişewite. Bêhna bêdengî û mirinê ji kolanên me tê. Bêhna çekên dewletê ji bedena me, ji xaniyên me tê. Di salên 90'î de me ewqas zilm nedît. Bi qemyonan bermayiyên avahiyan radikin. Mirov nema dikare xwe li ber vê rabigirin. Xwedî bimiram û min tiştên di nava sala dawî de qewimî nedîtibûya. Em nema dikarin razên. Hizûr nema ye. Bila êdî dewlet Sûrê biterikîne."