Li Erdîşê 31 kes hatin girtin

Ji 37 kesên di operasyonên qirkirina siyasî de roja 17'ê Mijdarê li Erdîşê hatin binçavkirin, 31 bi îdîaya "endametî û alîkariya ji bo rêxistinê hatin girtin.

37 kesên di 17'ê Mijdarê de li navçeya Erdîş a Wanê hatin binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê radestî dadgehê hatin kirin.

6 ji wan bi şertê kontrolê hatin berdan, lê 31 kes bi îdîaya "endametî û alîkariya ji bo rêxistinê hatin girtin û ew xistin girtîgehê.

Tê gotin, 37 kes bi gotinên şahidê veşartî hatine girtin û di binê çavan de îşkence li wan hatiye kirin.

Kesên hatine binçavkirin ev in:

Abdulmecît Beder, Halîl Yildiz, Kenan Ultar, Ayten Yardimci, Îbrahîm Tokay, Faruk Erçetîn, OzkanTogal, Mahmut Bîlîcî, Yahya Polat, Mustafa Akyuz, Îsmaîl Îşleyen, Feyat Çelîk, Dîlan Yalçin, Engîn Yalçin, Yuksel Sari, Muhacir Koç, Necmettîn Bulut, Îbrahîm Çîftçî, Gokhan As, Saît Hezer, Engîn Yumuşak, Azîz Yilmaz, Salîh Ergun, Nurettîn Denîz, Erdal Kaya, Ekrem Tokmak, Ahmet Denîz, Nurettîn Dînç, Nîhat Basooglu, Miyeser Îstay, Gultekîn Încî, M.Zekî Beder.