KCK: Tahîr Elçî bi zanebûn hat qetilkirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi bîr xist ku Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji ber gotinên xwe yên “PKK ne rêxistina terorî ye” hatiye qetilkirin, destnîşan kir ku wê ji bo bîranîna wî têkoşîna demokrasiyê bê mezinkirin.

Ji hêla Hevserokatiya KCK’ê têkîldarî salvegera qetilkirina Elçî daxuyanî hat dayîn û ev hatin gotin;

“Beriya salekê, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi zanebûn hatiye qetilkirin. Tahîr Elçî ji ber gotinên xwe yên “PKK ne rêxistina terorê ye, rêxistinek berxwedana siyasî çekdarî ye ku destekek mezin a gel jê re heye” hatiye qetilkirin.  Di salvegera qetilkirina wî de em ji malbat, Yekîtiya Baroyên Amedê û tevahî gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Em têkoşîna wan a ji bo dîtina failan bi takdîrê pêşwazî dikin, bawer dikin ku kiryar wê teqez bên dîtin. Dîtin û eşkerekirina failên Tahîr Elçî jî têkoşînek girîng a demokrasiyê ye. Lewre jî girîngiya domandina vê têkoşînê heta encamgirtinê eşkere ye.

BI QETILKIRINA ELÇÎ STARTA ŞERÊ QIRÊJ JINÛVE HAT DAYÎN

Kuştina Tahîr Elçî, mîna qetilkirina Vedat Aydin, destpêka pêvajoya şerekî qirêj e. Tevî hilweşandina bajaran, ev şerê qirêj ên ku ne li gor ti wijdan û exlaqî ye, bi vê cinayetê giran bûye. Îro girtina tevahî hevşaredaran û wekîlan, girtina bi hezaran siyasetmedaran radixe ber çavan ku bê bi kîjan armancê cinayeta Tahîr Elçî hatiye kirin. Desthilatdariya AKP’ê, kesên wek wan nafikirin, her kesên ku li dijî vî şerî qirkirinê yên li ser Kurdan tê meşandin derdikevin, wek dijminê xwe dibîne û ji holê radike.

Kuştina Tahîr Elçî sembolek e. Bi vê cinayetê ve peyam dane Tevgera Azadiya Kurd ku wê her kesên mîna wan nafikirin bikujin. Bêdengkirina kesên mîna wan nafirkirin û avêtina zindanan eşkere datîne holê ku bê Tahîr Elçî bi çi zihniyetê hatiye qetilkirin. Dema biryara tepisandin û pelçiqandinê tê dayîn, her tim bi navên sembol dest bi kar tê kirin. Lewre jî, qetilkirina Tahîr Elçî bi zanebûn e. Wek kesekî ku ji destpêkê hatiye diyarkirin, di firsenda yekemîn a guncav de qetil kirine.

Kesên mîna Tahîr Elçî ne polîtîk û sepanînên desthilatdariya AKP’ê qasî Tahîr Elçî jî rexne nekirine, an hatine qetilkirin an jî avêtine zindanan. Bersiva pirsa çima hatiye qetilkirin, bi sepanînên piştî vê cinayetê hê tazîtir li ber çavan e. Tahîr Elçî wek parêzerekî binpêkirina mafên mirovan û derhiqûqî rexne dikir. Ev jî ji hêla van şervanên qirêj wek astengî hatiye dîtin. Ji ber vê yekê jî di demek wisa de ku wê der mirovî û hiqûqî bên zêdekirin, hat qetilkirin û hat xwestin ku pêşî li ew kesên ku polîtîkayên hikûmetê rexne dikin bigrin.

MÎRATEYA ELÇÎ FERMANA XWEDÎDERKETINA LI SÛRÊ YE

Dema atmosfera şer a nû hatî destpêkirin û li ber çavên dewletê ji ber Tahîr Elçî sûcê herî mezin kiriye, hê baştir tê fêmkirin ku bê çima hatiye qetilkirin. Jixwe beriya bê jî bi çendan caran ji ber gotiye “PKK ne rêxistinek terorê ye” gef lê hatine xwarin; herî dawî jî bi zorê ji Amedê birine Stenbolê û derxistine pêşberî dadgeran.

Qasî ku têgihiştina çima Tahîr Elçî hatiye qetilkirin, girîng e ku bê zanîn wê helwest û têkoşînek çawa li dijî vê sîstema siyasî ya ku ev qetlîam pêk aniye bê dayîn.  Xwedîderketina Tahîr Elçî, mîna xwedîderketina wî ya Mînareya Çar Ling, pêwîst dike li dijî her cure destwerdan û êrîşên li dijî Sûrê bê derketin, ji milê din jî li dijî zihniyet û sepanînên şerê qirêj ê vê qetlîam kiriye, divê ku têkoşînek topyekun bê dayîn. Xwedîderketina Tahîr Elçî ya li Mînareya Çar Ling, pêwîst e ji bo tevahî Amediyan mîna fermanek xwedîderketina li Sûrê ku nasnameya Amedê ye, bê dîtin. Li dijî êrîşên li ser Sûra dîrokî, divê têkoşîn bê domandin, li dijî destwerdana li ser Sûrê ya bi avahiyên nû jî pêwîst e berxwedan hebe. Tenê bi vî şiklî xwedîderketina li bîranîna Tahîr Elçî çêdibe. 

Têkoşîna ji bo zihniyeta ku Tahîr Elçî qetil kiriye, daye qetilkirin û ev sîstema ku vê cinayetê dinixumîne ji vê axê bê avêtin, pêwîst e wek pêdiviya girêdana bi bîranîna Tahîr Elçî bê dîtin. Eger zihniyet û sepanînên ku ew qetil kiriye ji vê axê neyê avêtin, em ê nikaribin ew berpirsiyariya xwe ya li beramberî Tahîr Elçî bi cih bînin. Ji ber vê jî li dijî van şervanên qirêj ên ku vî şerê 24’ê Tîrmehê hatiye destpêkirin û bi qetilkirina Tahîr Elçî jî şêweya rêvebirina wê hatiye diyarkirin, li dijî vê êrîşkariya faşîst a dixwaze Kurdan qir bike, têkoşîn deynê stuyê tevahî Amedî û gelê Kurd e. Li ser vî esasî em banga têkoşîna ku ji bo tevahî sepanînên zihniyeta ku Tahîr Elçî qetil kiriye ji holê rake û cinayeta ku failê wê diyar e ronî bike dubare dikin, careke din soz didin Tahîr Elçî û tevahî şehîdên xwe ku em ê Kurdistana Azad, Tirkiyeya demokratîk bafirînin.”