BI DÎMEN

Ciwanên ji Xurmatû nerazîbûn nîşanî plana dewleta Tirk a dagirkirina Başûr dan

Ciwanên ji Xurmatû nerazîbûn nîşanî amadekariyên operasyoneke leşkerî ya dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê dan û gotin, "Ev yek plana dagirkirina Kurdistanê ye. Weke gelê Başûrê Kurdistanê em ê li dijî vê li ber xwe bidin."

Ciwanên ji Xurmatû neazîbûn nîşanî hebûna leşkerî ya dewleat Tirk a li Başûrê Kurdistanê û amadekariyên operasyoneke leşkerî ya li dijî Başûrê Kurdistanê dan û gotin, "Ev yek plana dagirkirina Kurdistanê ye. Weke gelê Başûrê Kurdistanê em ê li dijî vê li ber xwe bidin."

Ciwan ji ANF'ê re axivîn û li ber êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê rabûn.

Endamê Partiya Komunîst Hemîn Barzan da xuyakirin, ku Erdogan ji bo xeyala xwe ya Osmanî pêk bîne û Kurdistanê dagir bike, êrîşî Başûrê Kurdistanê dike û got, "Hebûna leşkerên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê, encamek xeyala Osmanî ye. Ev yek plana dagirkirina Kurdistanê ye. Weke gelê Başûrê Kurdistanê em li dijî vê ne û em ê li ber xwe bidin. Kurdên ku alîkariyê didin dagirkeriya Tirkan, wê ti carî ji aliyê dîrokê ve neyên efûkirin."

Umît Fazil diyar kir, dewleta Tirk ji bo dagirkirinê hatiye û got, "Em bi ti awayî hebûna dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê qebûl nakin. Sedema operasyoneke Tirkan a li dijî Qendîlê, ji ber armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Em amade ne li dijî êrîşên Tirkiyeyê xwe feda bikin."

Mihemmed Dûzî ragihand, ew naxwazin dagirkeran li ser axa Kurdistanê bibînin û wiha dewam kir: "Weke ciwanên Xurmatûyî, ji bo parastina welêt em amade ne tevî gerîla xwîna xwe birijînin."

Ahmet Bekîr destnîşan kir, ku çar parçeyên Kurdistanê Qendîl in û got, "Bila Erdogan û AKP baş zanibin, ku her bajar û mala li Kurdistanê Qendîl e. Qendîl êdî di nava gel de ye. Erdogan daye dû xeyalên xwe. Lazim e Kurd berjewendiyên xwe yên partiyê deynin aliyekî û di vê demê de yekîtiya Kurdan bafirînin. Roj ew roj e ku em bi hev re tevbigerin."