'Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe axa xwe biparêzin'
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dan xuyakirin, ku li dijî êrîşên giran ên dewleta Tirk û çeteyên wê, ew bi hêzeke mezin li ber xwe didin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dan xuyakirin, ku li dijî êrîşên giran ên dewleta Tirk û çeteyên wê, ew bi hêzeke mezin li ber xwe didin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku bi rengekî dîrokî li dijî dewleta Tirk û çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê' li ber xwe didin, ji ANF'ê re axivîn.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, di çarçoveya pêngava rizgarkirina Minbicê de, bajar ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Û niha jî li dijî êrîşên hewayî û bejahî yên artêşa Tirk li ber xwe didin.
Em çûn serdana eniya li dora gundê Oseclî yê li rojavayê Minbicê, ku timî dibe hedefa êrîşên dewleta Tirk û çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê' û DAIŞ'ê.
'EM BI XURTÎ LI BER XWE DIDIN'
Ji şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Elî da xuyakirin, ku AKP/Erdogan ji destpêka şer ve gelên Sûriyeyê tehcîr kiriye û bi destê çeteyên DAIŞ'ê û 'Koalîsyona Sûriyeyê, komkujî, îşkence û sirgûn kiriye.
Ebû Elî bibîr xist, ku piştî pêngava 73 rojan wan Minbic ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirine û anî ziman, dewleta Tirk piştî ku bajarê Cerablûsê dagir kir, bi balafirên şer û tevî çeteyên xwe yên 'Koalîsyona Sûriyeyê' êrîşî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û bajarê Minbicê kirin.
Ebû Elî da zanîn, dewleta Tirk di rojên dawî de êrîşên xwe yên li dijî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê zêde kiriye û ew jî li ber xwe didin.
Şervan Ebû Elî diyar kir, dewleta Tirk û çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê bi dijwarî êrîşî gundên Şêx Nasir, Kavakli, Yilanli, Sab Wêran, Oseclî û bajarokê Arîma yên li rojavayê Minbicê dikin û got, ew jî bi vîneke mezin li dijî van êrîşan li ber xwe didin.
Ebû Elî ragihand, gelê Minbicê li dora şervanên xwe li hev civiya ye û bang li ciwanên Minbicê kir, ku tevlî nava refên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bibin û axa xwe, gelê xwe biparêzin.
'EM Ê HETA DILOPA DAWÎ YA XWÎNA XWE AXA XWE BIPARÊZIN'
Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Cemal jî şehîdên Minbicê bibîr anî û anî ziman, dewleta Tirk ji bo parastina çeteyên DAIŞ'ê Cerablûs, El Raî dagir kiriye û dixwaze Minbicê jî dagir bike.
Cemal da xuyakirin, ku dewleta Tirk çek, cebilxane, alîkariya lojîstîk û çeteyan ji Cerablûs û El Raî tîne herêmê û tevî çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê' dest bi êrîşa li dijî Minbicê kiriye.
Ehmed Cemal da zanîn, dewleta Tirk bi balafirên şer û obusan li çeperên wan dixe û paralelî vê yekê jî çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê' êrîşî çeperên wan dike. Cemal destnîşan kir, ku tevî vê yekê jî wan gavek jî bi paş ve navêtiye.
Şervan Cemal anî ziman, ku ev hewldanên dewleta Tirk bi kêrî tiştekî nayên û got, wan Minbic bi xwîna xwe azad kirine, lewma ew ê ti carî axa xwe ji dewleta Tirk û çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê' re nehêlin û heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ber xwe bidin.
'EM Ê RÊ NEDIN DAGIRKERÎ Û ÊRÎŞAN'
Şervanekî din ê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Cûmalî Îsa jî işaret bi zêdebûna êrîşên dewleta Tirk û çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê' kir û diyar kir, hewl tê dayîn Minbic a azad were dagirkirin.
Îsa got, "Ne karê dewleta Tirk e ku biryarê li ser Minbicê bide. Ev biryar biryara gelên Sûriyeyê ye."
Îsa da xuyakirin, ku yên gelên Sûriyeyê koçber kirine, kuştine û îşkence li mirovan kirine AKP/Erdogan û çeteyên DAIŞ'ê û 'Koalîsyona Sûriyeyê' ne ku pişta xwe dispêrin dewleta Tirk. Îsa got, "Yek ji berpirsyarên sereke yên şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, dewleta Tirk e.
Weke hêzên azadîparêz û demokratîk ên li Sûriyeyê em ê rê nedin dagirkeriyê. Berxwedan û têkoşîna me ya şoreşgerî wê heta dawiyê bidome. Ji bo parastina gelê xwe, ya pêwîst çi be em ê bi ruhê fedayî wê bikin. Agirê azadiyê wê her tim geş bibe."