Şervanan diyar kirin ku heyîna PKK’ê ya li Şengalê, weke li Bakurê Kurdistanê xwedî heman wateyê ye, bal kişandin ku PKK li dijî dagirkerî, hevkarî û xiyanetê xwedî ezmûnên pir girîng ên şer in.
Ji şervanên YJA-Star Dicel Nûda di serî de hemû şehîdên ku di têkoşîna bê navber a 38 salan de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anî û diyar kir ku PKK, ji bo Kurdan dişibe mîna zarokekî ku nû tê dinê û çavê xwe vedike. Nûda wiha got: “Di serî de 38’emîn salvegera Partiya me PKK’ê li Rêber Apo, geê me yên welatparêz û hemû hevrêyên xwe pîroz dikim û bejna xwe li hember hemû şehîdên şoreşê ku em gihandin vê rojê ditewînim û bibîr tînim. Bi rastî jî damezirandin PKK’ê di dîroka Kurdan û jiyana wan de xwedî cih û girîngiyekî pir mezin e. Dişibe mîna zarokekî ku cara yekem çavê xwe li dinê veke. Di aliyê Kurdan de îlankirina PKK’ê, heyîna Kurdan a ji beriya PKK’ê ne zelal e. Pêvajoyên înkar û îmhayê heyîna Kurdan xistibû gotûbêjê, hemû şopên çand û hunera wê yek bi yek hatin tinekirin û tenê mabû. Di pêvajoyekî bi vî rengî de têkoşîna PKK’ê xwedî girîngî û cihekî taybete. Têkoşîna ku di pêşengtiya Rêber Apo de pêş ket, keda bê hempa a Rêbertî û şehîdên me bû sedem ku rewşa Kurdan a ber bi tinebûnê ve vegerîne jiyanê. Êdî pêvajo bi dawî dibû û ji bingehê reva ji taybetmendiyên xwe yên netewî dûrketin; ber bi pêvajoyekî xwedî li nasname, çand, ziman û ber bi berxwedanekî netewî ve çû.
‘JIN BI PKK’Ê RE JI NÛ DE HATIN XULIQANDIN’
Îro li 4 parçeyên Kurdistanê xwedî pozîsyona ku rê dide her alî, xwedî hêzê siyasî ya bi hêz, yekîtiya neteweyî û di zanîstiya berxwedanan neteweyî de ye. Li gel vê ji hemû neteweyên dinyayê endamên wê hene û ji bo hemû gelên mazlûm çavkaniya hêviyê ye. PKK, dîsa bi PKK’ê re di serî de jinên Kurd rêxistina jinê ya kilasîk parçekir di kesayeta bi hezaran şehîdan de, li gel nasnameya jinên berxwedêr-azad di nava civakê de ketiye pozîsyona herî bingehîn.
Dema ku civaka Êzidî bi îxanet û qirkirinê re hevrû ma û hemû cîhanê pişta xwe dan wan, tên yê ku gelê xwe nehişt û bû hêviya ji nû de jiyanê li cîhanê dengê PKK’ê bû. Li ser axa ku xwestin qirkirin, êş û bêhêviyê bafirînin, PKK ji nû de şîn bû. Derketina PKK’ê ya li ser dika dîrokê çawan ji bo Kurdan çi îfade dike, di pêvajoya 3 salên dawî ya azadiya Şengal û Êzidiyan heman tiştî îfade dike. Êzidatiya ku tine dihat hesibandin, dihat redkirin, di ferman û qirkirin re hate derbazkirin îro ketiye pêvajoyekî ya berxwedanê. Berxwedan ku di pêşengtiya PKK’ê de dike, weke di dîroka Kurdan de li dijî hêzên dagirker û êrîşkar pêvajoyekî pir bi heybet a serîrakirinê dike, li dijî îxanet û qirkirinê têkoşînekî pir mezin dimeşîne. Êzidiyan di dîroka xwe de cara yekem bûn xwedî rêxistin û xwerêbeberiyê pêk anîn, bê ku girêdayî hêzekî bin, bi hêza parastinê ve Şengal û hemû civaka Êzidî diparêzin, pêşengtiyê ji nû ve avabûn û azadiyê re dikin.”
JIYAN: PKK; EW DERBEYA LI HEMBER TIRS, TARÎBÛNÊ YE
Ji şervanan Hebûn Jiyan diyar kir ku PKK’ê kesayeta mêtîngeriyê guherand. Jiyan di dewma axaftina xwe de wiha anî ziman:
“Ez jî di serî de Cejna Vejînê salvegera damezirandina Partiya me PKK’ê li Rêber Apo, hemû gelan û hevrêyên xwe yên ku li 4 parçeyên Kurdistanê şer dikin pîroz dikim. Ji beriya PKK’ê gelê Kurd hê zêdetir ji netewa xwe revîn, nasnameya desthilata heyî qebûlkirin û di rewşa qebûlkirina kolebûnê de bûn. Berovajî vê rewşê, xwedî li netewa xwe derketin, heta ku behsa heyîna xwe bike dihat wateya ku wê hevrûyê felaketên mezin werin. Li dijî vê ne bertek, ne jî bawerî û hêvî mabû. Bi deketina PKK’ê re ji beriya her tiştî tê wateya ku parçekirina vê çerxa dizivirî. Bû sedem ku nasnameya nû ya Kurd û hişmendiya cîhanê û rewşa ruh derxist holê. Li ser vî bingehî xebatên Rêber Apo û PKK’ê yên bê ku bi dawî bibin û qehremaniya şehîdan mezin bûn û gihiştin vê rojê.
Tevgera me ji fermana 3’yê Tebaxê ve li Şengalê ne. Ji beriya niha heyîna PKK’ê ya li Şengalê ji bo bi bandor û têkoşînê bimeşînin bi rêya hevalên Êzidî kar dikirin,lê li ser pêkanîna fermanê bandora tevgera me hê zêdetir bû. Bi têkoşînekî mezin çandek da avakirin, bawerî û hêviya gel ya bi PKK’ê hê zêdetir bû. Rastiya PKK’ê di nav gel de cihekî mezin girt. Êdî civaka Êzidî rastiya PKK’ê û têkoşîna wê di cih de û bi çav dîtine. Em caredî din soz didin heta dilopa xwîna xwe ya dawî li pişt gelê xwe bigirin û têkoşînê bilin bikin.”
SERHAD: BÛ BERIVA PIRSA JIYANA AZAD
Gerîlayê HPG’ê Cûdî Serhad bal kişan ku PKK ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn wekhev, adil, kesayetên azad û ji bo avakirina wekhev bûye hêvî. Serhat wiha pê de çû:
“Avakirina jiyana xweser û xwebûn a Şengalê û civaka Êzidî bi vê paradîgmayê mumkune. Di serî de 38’emîn salvegera damezirandina PKK’ê li Rêber Apo, li hemû gelên hejar û hevrêyên xwe pîroz dikim. Bi derketina PKK’ê re redkirina heyîna netewî ya gelê Kurd, welat, ziman û çanda wê hate bidawî kirin. Bi vê yekê jî derbas nebû ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn têkoşînekî ji nû de wekhev,azad û xweser ava bike têkoşînê dide meşandin. Koletiya li ser gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bi derketina PKK’ê re bi dawî bû. Avakirina civakek azad, li ser bingeha jina azad taybetmendiyên wekhev ên komînal bi nasnameya PKK’ê di nava van 38 salan de derkete pêş.
EM DEYNDARÊ CIVAKA ÊZIDÎ NE
Di aliyê civak Êzidî ya ku fermana 74’an bi ser de hat, heyîna PKK’ê çawa di destpêkê de di aliyê netewa Kurd de weke çirûskekî ronahî der ket, di vê pêvajoya 3 salên dawî de xwedî heman wateyê bû. Xebata PKK’ê ya ku dema nû weke kom derketin li Şengalê bi heman wate û xebatê ked tê meşandin. Bi heman zehmetiyên ku di salên destpêkê de PKK’ê jiyan kirin heman şêwaz bi berxwedan û têkoşînekî mezin li Şengalê jî pêk tê. Bi rawestandina fermanê re, gel di heman demê de gihişt wê astê ku êdî xwe radestî xayînan neke û têkoşînê bide meşandin. Her demê em li hember civaka Êzidî deyendarin û rexnedayîna xwe dikin. Rêbertî pir caran hişyarî dabû; ji bo parastina civaka Êzidî gelek bang kiribû, gefên tehdîdê yên nêzî îşaret kiribû. Mudaxeleya pêwîst hevkarên li Başûr ên di pêşengtiya PDK’ê de pir caran asteng kiribûn. Tevî ku borî jî lê gelek hewl danên îxanetê yên li ser gel hatin astengkirin; ji bo li Şengalê jiyanekî xweser û azad ava bikin pêşketinên mezin hatin kirin. Li ser vî bingehî têkoşîna xwe ya ji bo civaka Êzidî li ser deyn û berpirsyariyên xwe wê bidin dewam kirin û ji bo bi temamî Şengalê azad bikin çi bê xwestin em ê bikin.”