Hevşaredarên navçeya Milazgirê hatin girtin
Hevşaredarên navçeya Milazgîrê Halîs Coşkun û Memnune Seylemez û Wekîlê hevserokê navçeyê yê DBP'ê Maşallah Burhanli hatin girtin.
Hevşaredarên navçeya Milazgîrê Halîs Coşkun û Memnune Seylemez û Wekîlê hevserokê navçeyê yê DBP'ê Maşallah Burhanli hatin girtin.
Hevşaredarên navçeya Milazgîrê ya Mûşê Halîs Coşkun û Memnune Seylemez û Wekîlê hevserokê navçeya Milazgîrê yê DBP‘ê Maşallah Burhanli yên ku di 18'ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin piştî ku derxistin dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Coşkun, Soylemez û Burhanli bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin.
Hersê kesên ku hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.
Piştî girtina hevşaredaran îro jî ji hêla polîsên Tirk ve şaredarî hate dorpêçkirin, hatin û çûyina li şaredariyê bi kontrola polîsan tê kirin.