KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Minbicê cebilxaneya artêşa Tirk û DAIŞ’ê hate teqandin
Li gundê Cib El-Dem ê Rojavayê Minbicê depoya cebilxanyê ya artêşa Tirk û çeteyên DIAŞ’ê hate teqandin. -
Artêşa Tirk careke din li ser sînor komkujî kir: 3 mirî
Artêşa Tirk a dagirker, duh bi şev li ser sînorê Rojava-Bakurê Kurdistanê gule li sivîlan reşand. Ji ber vê êrîşê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û aqûbeta 14 kesan jî nediyar e. -
HPG: Em hevrê Helwest û Zafer bi rêzdarî bibîr tînin
HPG'ê nasnameya gerîlayên HPG'ê yên li herêma Bagokê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. Di daxuyaniya HPG'ê d hat gotin, "Hevalê Helwest, bi wêrekiya xwe bû fermandarekî mînak." -
Polîsên Tirk deriyê Şaredariya Şemzînanê girtin!
Polîsên Tirk dor li avahiya Şaredariya Şemzînanê girtin û nehiştin xebatkar dest bi kar bikin. -
Organîzasyona Jinên Kurd-Viyan konferansa xwe ya 5’an lidar xist
Organîzasyona Jinên Kurd-Viyan a Moskowê konferansa xwe ya 5’an li Moskowê pêk anî. Di konferansê de biryar hat dayîn, berxwedana li Kurdistanê hê bi xurtî li Rûsyayê were nîşandan. -
Dewleta Tirk hawirdora Minbicê bombebaran dike
Dewleta Tirk û çeteyê pê ve girêdayî hawirdorên Minbicê bombe dikin û balafir li ser asîmanê Minbicê digerin. -
Çetîn: Li Sêrtê kesî nexwest bibe qeyûm
Hevserokê HDP'ê yê Sêrtê Çetîn diyar kir, di nava aslekê de 150 rêveber û xebatkarên partiya wan hatine girtin. Çetîn got, li Sêrtê pêşniyara qeyûmtiyê li gelek kesan hatiye kirin, lê kesî qebûl nekiriye. -
Li Silêmaniyeyê teqîn: 110 birîndar
Li nehiya Bazyan a Silêmaniyeyê, danê vê sibehê teqînekê rû da. Ji ber teqînê 110 karker birîndar bûn. -
Li nava Amedê kampa Nazî!
Li Girtîgeha Vekirî ya Amedê, rêveberiya girtîgehê ku bi gefan girtîgehê bi rê ve dibe, girtiyan di karên giran de dixebitîne. Yên îtiraz dikin jî dişînin girtîgeha girtî. Bûyerên li vê girtîgehê diqewimin, kampa Naziyan tîne bîra mirovan. -
Parlementoya Iraqê biryar da ku wê bûçeya Başûrê Kurdistanê bide
Di rûniştina civîna îro de yak u bûçeyê ya li Parlementoya Iraqê, li pêşberî 550 hezar varêl petrol ya ji herêma Başûrê Kurdistanê ji bo hikûmeta navendî bişînin, biryar da ku wê bûçeya herêmê bişînin. -
YPG’ê bîlançoya meha Mijdarê eşkere kir
YPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya meha Mijdarê eşkere kir, 15 caran dewleta Tirk, 36 car çeteyên DAIŞ’ê û 27 caran jî çeteyên SÛK’ê êrîş li dar xistine, 139 çete hatin kuştin, jimarekî çek û cebilxane hatine desteserkirin û 12 şervan jî şehîd bûne. -
Li Qilabanê 2 leşker hatin kuştin
Di çalakiya gerîlayan ku li dijî leşkerên li qereqola Elemûn a girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê de 2 leşker hatin kuştin. -
Nasnameyên 3 gerîlayên ku li Çelê jiyana xwe ji dest dabûn hatin eşkerekirin
Nasnameyên 3 gerîlayên ku di çalakiya 2’yê Kanûnê de ku li dijî Girê Koordîneyê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin eşkerekirin. -
Hevserokê berê yê Şaxê KURDÎ-DER ê Wanê hate binçavkirin
Hevserokê berê yê Şaxê KURDÎ-DER ê Wanê Osman Koşût yê ku ji bo îfadeyê hatibû xwestin, li emniyetê hate binçavkirin. -
Li Berwariyê 4 kes hatin girtin
Li navçeya Berwarî ya Sêrtê hevserokê HDP’ê yê navçeyê jî di nav de 4 kesên ku hatibûn binçavkirin, hatin girtin. -
Yek ji kesên ku hatin înfazkirin jî xwediyê malê Erol Ozgezer e
Ji 4 kesên ku li Wêranşarê hatin înfazkirin yek jî xwediyê malê Erol Ozgezer e. -
Yuksek: Çaresernekirina pirsgirêka Kurd krîza aborî û siyasî bi xwe re anî
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek diyar kir ku sedema krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyeyê çaresernekirina pirsgirêka Kurd e û destnîşan kir ku wê hesabê vê ji AKP’ê bê xwestin. -
Nîviyê şaredariyên DBP’î hatin xespkirin
Rejîma Qesrê ya ku bi hinceta Rewşa Awarte berê xwe da şaredariyên DBP’î, ji 103 şaredariyên DBP’î, 36 yekser, 15 jî bi rêka neyekser bi qeyûm tayîn kirin. -
Li Rojava Akademiya Aboriya Civakî
Endama Komîteya Aboriyê ya TEV-DEM’ê Efrîn, bal kişand ku li gel aboriyê, li ser her qadên Rojava êrîşek heye û got; “Bi Akademiya Aboriya Civakî, em hewl didin berxwedana gelê xwe hê têgihiştî û encamgir bikin.” -
Minbicî: Li ser axa xwe em ne dewleta Tirk ne jî çeteyên wê dixwazin!
Minbiciyan li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê (SÛK) yên li hember Minbicê bertek nîşan dan, diyar kirin ku li ser xaka xwe ne dewleta Tirk ne jî çeteyên SÛK’ê dixwazin. -
Li Wêranşarê polîsên Tirk 4 kes înfaz kirin ku 2 jê jin in
Polîsên Tirk ên ku li Wêranşarê bi ser malekê de girtin, 4 kesên ku binçav kirin ji piştê kelepçe kirin û înfaz kirin. -
Li Amedê HUDA-PAR’iyan kesek giran birîndar kirin
Li Taxa Şehîtlik a navçeya Yenîşehîr di navbera 2 endamên HUDA-PAR û ciwanên taxê de şer derket. Piştre jî endamên HUDA-PAR gule li ser qehwexaneyê reşandin û kesek giran birîndar kirin. -
Li Licê cerdevanan gule li gundiyan reşand in: 2 kes birîndar kirin
Li gundê Karpûzlû ya Licê dema ku meleyê gund Mele Hîlmî Ekmen û welatiyê bi navê Îlhamî Îpek xwestin pirsgirêka avê ya dihat jiyîn çareser bikin û biçin cihê depoya avê, ji aliyê cerdevanan ve hatin gulekirin. -
Leşkerên Tirk li ser sînor êşkence li 2 welatiyan kirin
Dema ku 2 welatiyên Rojava xwestin bi Bakurê Kurdistanê re derbasî Rojava bibin, leşkerên Tirk ên ser sînor ew girtin û bi hovane êşkence kirin. -
Akademîsyenên Başûr: Li dijî dagirkeriya Tirk helwesta neteweyî şert e
Akademîsyenên Zanîngeha Kerkûk ên ku bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê dan, daxwaz kirin ku divê Kurd li dijî vê helwesta neteweyî pêş bêxin.