Li Amedê HUDA-PAR’iyan kesek giran birîndar kirin

Li Taxa Şehîtlik a navçeya Yenîşehîr di navbera 2 endamên HUDA-PAR û ciwanên taxê de şer derket. Piştre jî endamên HUDA-PAR gule li ser qehwexaneyê reşandin û kesek giran birîndar kirin.

Li Taxa Şehîtlik a navçeya Yenîşehîr a navenda Amedê endamên Partiya Doza Hur (HUDA-PAR) gule li ser qehwexaneyekê reşandin û gule li serê kesekê ket û giran birîndar bû. Li gorî agahiyên welatiyên taxê, di saetên şevê de li Taxa Şehîtlikê di navbera 2 kesên ku tê texmînkirina ku endamên HUDA-PAR’ê ne û ciwanên taxê qelebalix pêk hatiye. Di carekê de qelebalix veguherî şerê dar û beran, bi navbeynkariya welatiyên taxê şer hate rawestandin. Di saetên şevê de 2 endamên HUDA-PAR’ê hatin pêşiya qehwexaneya ku ciwan lê bûn, bi çekên lûle dirêj qehwexane dan ber guleyan û piştre jî reviyan. Guleyek li serç welatiyê Bi navê Zûhat Tolan ket û birîndar bû. Bi ambûlansa ku hate cihê bûyerê Tolan rakirina Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dicleyê. Hat diyarkirin ku rewşa Tolan xedar e.

Piştî bûyerê polîsên ku hatin, li cihê bûyerê lêkolîn kirin, wê di derbarê bûyerê de lêpirsînê bidin destpê kirin.