BI DÎMEN

Organîzasyona Jinên Kurd-Viyan konferansa xwe ya 5’an lidar xist

Organîzasyona Jinên Kurd-Viyan a Moskowê konferansa xwe ya 5’an li Moskowê pêk anî. Di konferansê de biryar hat dayîn, berxwedana li Kurdistanê hê bi xurtî li Rûsyayê were nîşandan.

Organîzasyona Jinên Kurd-Viyan a Moskowê konferansa xwe ya 5’an li Moskowê pêk anî. Di konferansê de, tevî endamên organîzasyonê Seroka Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê Culyeta Aram û Hevseroka Kongreya Êzîdiyên Rûsyayê Manana û jinên Rûs û Kirgiz jî amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistanê û cîhanê, Seroka Viyanê Tara Qadir rewşa dawî ya siyasî nirxand û bal kişande ser têkoşîna li Kurdistanê û pêşengiya jinê ya li nava vê têkoşînê. Qadir diyar kir, têkoşîna jina Kurd li bakurê Kurdistanê, bi berxwedana Rojava û Şengalê re ji hêla hemû cîhanê ve hatiye dîtin û nasîn û got, "Têkoşîna jina Kurd a li dijî faşîzm û paşverûtiya AKP û DAIŞ’ê ji hêla hemû dinyayê ve bûya cihê pêşanazbûn, serbilindbûn û serfiraziyê.’’

Tara Qadir behsa xebatên jinan ên li Moskowê û xebatên du salan ên organîzasyonê kir ku 25’ê Cotmeha 2002’an dest bi xebatên xwe kir. Bi berdewamî got ew ê weke rêxistina jinê di dema pêş de bi awayekî xurtir xwe nîşan bidin û ji bo vê jî konferansa ku ew pêk tînin ji bo vê jî girîng e.

Piştî axaftinên destpêkê raporên kar û bar hatin xwendin û sînevîzyoneke bi mijara çalakiyên rêxistinê hate nîşandan.

Di konferansê de çalakiyên du salan hatin nirxandin, kêşeyên jinên Kurd li Rûsya, asta ku saziyên jinên Kurd gihaştine û têkiliyên wê yên bi saziyên din ên jinan re hatin nirxandin.

'PEYWIREKE GIRÎNG DIKEVE SER SAZIYÊN JINÊ'

Di konferansê de Seroka Tevgera Jinên Kurd a Rûsya Culyeta Aram behsa kêşeyên jinên Kurd ên li Rûsya kir û diyar kir ji bo çareserkirina van pirsgirêkan peywir dikeve ser tevgerên jinan û divê rêxistinbûnyina xwe xurttir bikin û bi saziyên din ên jinan re di nav danûstandinê de bin.

Hevseroka Kongreya Êzîdiyên Rûsya Pîr Manana jî diyar kir pêşxistina rêxistinbûna jinê pîvana azadiya jinê û azdiya civakê ye û got, konferans ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinên Kurd platformeke girîng e.

BIRYARÊN KU HATINE GIRTIN

Di konferansê de rojeva sereke ya konferansê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû, biryar hate girtin ku di serî de li Moskowê, li Rûsyayê, li deverên ku Kurd lê dijîn rêxistinbûyina jinê lê were xurtkirin, rêxistinbûyina jinên ciwan were xurtkirin, têkiliyên saziyên jinên Kurd divê bi saziyên din ên jinan re were xurtkirin û berxwedana li Kurdistanê li Rûsyayê baştir were nasandin.

Piştî hilbijartina organîzasyonê Tara Qadir dîsa were seroka organîzasyonê hate hilbijartin.