Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek ku di çarçoveya konsepta şerê qirêj ê AKP/Qesrê de hat girtin û bi mehan di girtîgehê de dîl hat girtin, têkîldarî bûyer û rewşa li Kurdistan û Tirkiyeyê ji ANF’ê re axivî.
Yuksek got ku di dîroka Tirkiyeyê de ev êrîşên qirkirina siyasî yên herî mezin in, destnîşan kir ku ji bilî pêvajoyên darbeyê, ti carî tabloyek siyasî ya wisa nedîtiye. Yuksek bal kişand ku ji 106 şaredariyên wan 36 hatine desteserkirin, anî ziman ku bi dehan şaredariyên mayî jî bi ‘qeyûmê emelî’ îradeya wan hatiye îpotekkirin, rayeyên wan hatine xespkirin.
Yuksek bi bîr xist ku bi hezaran rêveber û endamên partiya wan dîl hatine girtin, anî ziman ku heman rewş ji bo HDP’ê jî derbasdar e. Yuksek bal kişand ser êrîşên li dijî vîna gel û got; “Ev tablo her tiştî nîşanî me dike, ew jî qirkirina civakî ya herî mezin e ku ji milên siyasî û sivîl pêk tê.”
‘EV BÛYER KRÎZEK ŞOREŞGERÎ YE’
Yuksek îfade kir ku êdî gel wê bi feraset û sîstema statukoparêz di sedsala 21’emîn de bi rê ve neçe û got; “Di serî de gelê Kurd, niha tevahî beşên civakê yên bindest, bawerî û çand ji bo avakirina sîstemek demokratîk têdikoşin. Li beramberî vê jî statukoya kevn di xwe de israr dike û dibîne ku derbaskirin jî tenê bi derbaskirinek şoreşgerî mimkûn e. Ev pêvajo û rewş, krîzek şoreşgerî ye. Erê, ev krîzek guherînê ye. Ji ber vê jî ewqasî hişk û tûj e. Her hêz hewl dide ji milê xwe şêweyê bide vê pêvajoya guherînê.AKP, dixwaze şêweyekî bidiyê, CHP’e dixwaze bi parastina statukoyê şêwe bidiyê. Em jî wek gelê Kurd û hêzên demokratîk hewl didin şêwe bidinê. Sedema tevahî êrîşên AKP’ê ya li dijî partiya me jî ev in. Hewldana AKP’ê ye ku dixwaze sîstema xwe ava bike.”
‘WELATÊN EWROPÎ DESTEKÊ NADIN AKP’Ê’
Yuksek destnîşan kir ku Tirkiye li ber çavê hêzên hegemonîk û raya giştî ya navneteweyî bi awayekî cîdî tenêtiyê dijî û wiha dewam kir; “Niha, welatên rojava, welatên Îslamê jî ne li Rojhilata Navîn ne jî li Asyayê destekê nadin daxwazên AKP’ê. Niha hikûmeta AKP’ê dikare kîjan dewlet, beşên navneteweyî û tevgerê ji bo xwe dost bibîne? Ti hêz tine ye ku bi bawerî xwe nîşan bidiyê. Ji ber ku navbera wê û ti hêzên demokratîk ên cîhanê nîne. Niha hatiye wê astê ku têkîliyên xwe yên welatên Ewropî betal bike.”
Yuksek diyar kir ku li beramberî vê, niha ya tê destekkirin hêzên siyaseta demokratîk ên Kurdan e û got; “Sekna demokratîk a Kurdan ji hêla cîhanê tê destekkirin. Ev jî sedemek e ku bê çima AKP’e li dijî ewqasî bi hêrs e.”
‘AKP BÊCÎDIYET E’
Yuksek bi lêv kir ku sedema krîza aborî, civakî ya li Tirkiyeyê bi awayekî cîdî dewam dike, çaresernekirina pirsgirêka Kurd e û wiha pê de çû; “Eger hê li Tirkiyeyê darbe dewam dikin, ev ji ber vê ye. Di atmosferên şerî de her cure krîza aborî xwe dide der. Ji ber AKP, li polîtîkaya çaresernekirina pirsgirêka Kurd vegeriya, polîtîkayek li ser şer xist meriyetê, hem li welêt hem jî li derveyî welêt ket nav kaosek mezin. Ji ber vê jî tevahî beşên civakê dibêjin; pirsgirêka Kurd bi rêkên siyasî û demokratîk bê çareserkirin. Vê, AKP û beşên din ên dewletê jî dizanin. Yekane rê heye. Ew jî çareseriya demokratîk e.”
Yuksek der bir ku di mijara pirsgirêka Kurd de AKP bêcîdiyet e û wiha dewam kir; “AKP dibêje wê bi hin derdorên Kurd ên bi destên xwe çêkirî vê mijarê baxivin. Jixwe mûxatabên vî karî hene. Dema ev pirsgirêk bê axaftin, tu yê bi PKK’ê re baxivî, ma bi kê re baxivî? PKK dikare li kê guhdar bike? Tu yê li wan guhdar bikî.”
‘YEKANE ÇARESERÎ, ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD E’
Yuksek, sedema polîtîkayên tasfiyeyê yên li dijî gelê Kurd, tevgera siyasî û mûxalefetê, wek israra AKP/Qesrê ya di polîtîkayên şer de nirxand û wiha got; “Aboriya şer niha Tirkiyeyê hildiweşîne. Divê ev bê dîtin. Hê nû nû bandora şer a li aboriyê xwe da der. Derketina ji vir girîng e. Niha polîtîkaya ku Erdogan û hikûmetê dişopîne, nikare vê pêvajoyê bibihurîne. Heta wê hê zêdetir bibe sedema krîz û kaosê. Divê Tirkiye vê bibîne. Di vê mijarê de mûxatabê herî mezin Birêz Ocalan e ku di hevdîtina dawî de ku bi birayê xwe re kir, banga hevdîtinê kir. Got ez hê li maseya muzakereyê me û ranebûme. Em vê helwestê destek dikin. Em li cem çareseriyek demokratîk a teqez in. Xeta Birêz Ocalan, xetek çareserî û aştîxwaz e. Cîhan jî vê dibîne û destek dike. Hewl dide PKK’ê ji nû ve pênase bike. Dîwana Edaletê ya Ewropayê dinirxîne. Ev giştî diqewimin, lê posîzyona dijber a AKP’ê gelekî çewt e. Niha ji ber zext û tirsê gelên li Tirkiyeyê nikarin dengê xwe bikin, lê wê sibehê teqez ev gel hesabê ji AKP’ê bixwaze.”
‘WEK PARTÎ EM Ê RÊXISTINBÛYINA XWE BIPARÊZIN’
Yuksek têkîldarî civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê jî hin agahî dan û got; “Me hin biryar di civîna xwe de girtin. Wek tê zanîn, AKP’e ji bo li bajar û navçeyan rêveberên me bêfonksiyon bihêle serî li êrîşên qirkirina siyasî dide. Li dijî vê berêxwedana siyasî, yek ji xisûsên herî girîng jî parastina rêxistinbûyina partiyê ye. Em kongreyê dikin û piştî mehekê hevalên me yên hatine kongreyê tên girtin. Em di pêvajoyek wisa de ne û ji bo valatî çênebe jî em hewl didin rêxistinbûyina xwe biparêzin. Ev jî di vê mijarê de gelekî girîng e.Em vê mîna şêweyekî berxwedanê dinirxînin. Ya din jî dewamkirina xebatên têkîldarî civakê û gel e. Em ê xebatên têgihiştin û parastina rêxistinbûyinê di nav civakê de bidomînin. Çareseriyek din jî ew e ku em hewl didin bi kesên alîgirên aştiyê ne, muzakereyê ne, têkîliyên xwe bi pêş bixin. Hevalên me yên girtî jî di navenda me de cih digrin. Me komîsyonek hiqûqê ava kir û wê dozên tevahî hevalan re eleqedarbûnek çêbibe. Her wiha wê li ber çavê raya giştî jî hevşaredarên me biparêzin. Ji ber ku ev hevalên me her tim di bin êrîşa medya û çapemeniyê de ne. Em parastinê wek siyasî û hiqûqî her tim dewam bikin.”‘
‘HELBET WÊ CIVAK LI DIJÎ AKP’Ê NERAZÎBÛNÊN XWE NÎŞAN BIDE’
Yuksek êrîşên tepisandinê yên ku AKP/Qesr li dijî gelê Kurd, partiya wan û mûxalefetê pêk tîne nirxand, diyar kir ku li Tirkiyeyê bêdengiyek gelekî watedar û kûr çêbûye û wiha dewam kir; “Ev atmosfera psîkolojîk ji ber bûyerên îsal û herî dawî jî ji ber Rewşa Awarte ye. Biryarnameyên ku hikûmet bi rêka Rewşa Awarte derdixe, mafên pêşandan û meşê, her wiha civênê, fikrîn û îfadeyê tên xespkirin. Mirov dikarin bi kîjan rêkan xwe îfade bikin, derdikevin kolanan û xwe îfade dikin. An jî bi rêka çapemeniyê, medyayê. Niha li ser van qadan giştî zextek cîdî heye. Ji ber vê pêwîst e bêdengiya civakê ji vê rewşê cuda neyê nirxandin. Lê, ev bêdengî di heman demê de vediguhere hêrsekê. Zor e ku mirov zanibe wê çawa biteqe. Divê analîza vê baş bê kirin.”
Yuksek herî dawî îfade kir ku civak bi vî şiklî nikare hê zêdetir bimeşe, bêdengiya heyî wek watedar nirxand û got helbet wê gel li dijî AKP’ê nerazîbûnên xwe nîşan bide.