YPG’ê bîlançoya meha Mijdarê eşkere kir

YPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya meha Mijdarê eşkere kir, 15 caran dewleta Tirk, 36 car çeteyên DAIŞ’ê û 27 caran jî çeteyên SÛK’ê êrîş li dar xistine, 139 çete hatin kuştin, jimarekî çek û cebilxane hatine desteserkirin û 12 şervan jî şehîd bûne.

Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî bîlançoya meha Mijdarê eşkere kir. 139 leşker hatin kuştin, 7 keleş, 3 rextên xwekûjî, 4 mayîn, motorsikletek, 27 bombeyên destan, bêtêlek, 2 doşka, panzerek, wesayîtekî zirxî, 3 çekên BKC û 3 çeka B7 hatin desteserkirin. YPG’ê diyar kir ku 12 şervanên wan jî şehîd bûne.

YPG bîlançoya Meha Mijdarê wiha rêz kir:

“Êrîşên artêşa Tirk: 15

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê: 36

Êrîşên çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê: 27

Çalakî û operasyonên ku hêzên me li dar xistine: 7

Şer û temasên hêzên me ketiyê: 39

Çalakî, êrîş-operasyon û temas- şerên encam nediyar: 39

Hêjmara çeteyên ku hatine kuştin: 139

Amûr û çekên dijmin yên ku hatiye ruxandin: 7 Panzêr, 4 Doçka, 2 Wesayîtên zirxî

Amûr û çekên dijmin yên ku hatiye destxistin: 7 klêş, 3 rextên xwekujî, 4 mayîn, 1 motorsîklêt, 27 bombeyên destan, 1 bêtêl, 2 doçka, 1 panzêr, 1 erebeya xirxî, 3 BKC, 3 rokêtên B7 (RPG)

Şehîdên me: 12”

DEWLETA TIRK GELEK CARAN SÎNOR DERBAS KIRIN

YPG’ diyar ki ku di Mijdara 2016’an de, artêşa Tirk 15 caran sînorê Rojava binpêkiriye û bi çekên giran êrîş pêkaniye. Di van êrîşan de ziyanek mezin gihîştiye welatiyên sivîl.

Her wiha di vê mehê de Koalîsyona Sûriyeyê jî 27 caran bi topên hawanan û çekên giran êrîş birin li ser Kantona Efrîn û Taxa Şêx Meqsûd a Helebê.”