Artêşa Tirk careke din li ser sînor komkujî kir: 3 mirî

Artêşa Tirk a dagirker, duh bi şev li ser sînorê Rojava-Bakurê Kurdistanê gule li sivîlan reşand. Ji ber vê êrîşê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û aqûbeta 14 kesan jî nediyar e.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, duh bi şev komek ji 17 kesan, li nêzî gundê Ebû Cirada yê ser bi bajarê Dirbêsiyê, xwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin. 

Lê belê leşkerên Tirk li wan reşandin. Piştî wextekê, leşkerên Tirk cenazeyên 3 welatiyên bi navê Yehya Feysel, Mihemed Elî Nime û Xalid Çekiro avêtin aliyê Rojavayê Kurdistanê. Aqûbesta 14 kesên mayî jî nediyar e.

Hêzên asayîşê û Heyva Sor a Kurd berê xwe dan cihê bûyerê û her 3 cenaze rakirin nexweşxaneya bajarê Dirbêsiyê.