KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG: Di operasyona Çelê de 37 leşker hatin kuştin
HPG’ê ragihan ku di çarçoveya Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Serhad û Şehîd Ekîn de, di encama çalakiya de ku ji 5 baskan ve hate lidarxistin, 37 leşker hatin kuştin. -
Artêşa Tirk bombeyan li gundên li rojavayê Minbicê dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî gundên Îlan û Qurtwêran bomberdûman dikin. -
YPS: Li Rihayê 2 polîs hatin kuştin
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, yekîneyên wan li Rihayê çalakiyeke sabotajê pêk anîne û di encamê de 2 polîs hatine kuştin. -
Serpêhatiya 12 Hewariyên Şengalê
Bûyereke din a 12 Hewariyan li Şengalê rû da. 12 gerîlayên Kurd ji bo pêşî li komkujiyê bigirin û gel bi rêk û pêk bikin berê xwe didin Şengalê. Piştî Derwêşê Evdî, yek ji van 12 Hewariyên Şengalê jê hê jî li Şengalê ye. -
Li madena Xizxêrê xebatên lêgerînê ji aliyê karkeran ve tên kirin
Yek ji govanê madena Xizxêrê karker M.A diyar kir xebatên lêgerînê ji hêla dildaran ve tê kirin. M.A got, li qadê ronîkirin nîn e, ji ber vê jî wan qet hezan nedîtine. -
Dema Balûken bi dewletê re hevdîtin dikir, dozger jî li ser kar bû!
Derket holê, delîlên gilînameya li dijî Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, di dema hevdîtina Balûken û Heyeta Îmraliyê bi dewletê re, hatine hevdan. -
Artêşa Tirk li rojavayê Minbicê dixe
Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî gundên li rojavayê Minbicê dikin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bersivê dide êrîşan. -
Koç: Pêwîstiya Mûsilê bi rêveberiyeke demokratîk heye
Hevseroka KNK'ê Koç diyar kir, divê biryara li ser siberoja Mûsilê ji aliyê gel ve were dayîn û işaret bi girîngiya rêveberiya demokratîk kir. -
'Polîtîkaya Tirkiyeyê ya dijminatiya li Kurdan, li herêmê bi kêr nayê'
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata diyar kir, şerê Tirkiye di bin navê 'li dijî DAIŞ'ê' dimeşîne, ji bo parastina vê rêxistinê ye û got, bi têkbirina DAIŞ'ê re wê tiştekî ku karibe bi kar bîne di destê Tirkiyeyê de nemîne. -
Hevşaredarên Gever û Çelê hatin binçavkirin
Polîsên Tirk avêtin ser şaredariyên Gever û Çelê. Tevî Hevşaredaran gelek kes hatin binçavkirin. -
Cenazeyê Uçoş bi rengekî korsanî hate veşartin
Cenazeyê xwendekara zanîngehê Sabîha Uçoş ku li Rezanê ji aliyê polîsên Tirk ve hate kuştin, ji ber zexta polîsan bi rengekî korsanî li Wanê hate veşartin. -
Şerê li Minbicê dikare hemû hêzên navneteweyî bikişîne nava xwe
Ev şer xwedî karakterekî welê ye, ku dikare hêzên navneteweyî jî bikişîne nava xwe. Ya ku encamên şer biguherîne, xeta berxwedanê ye, ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê heta niha bi vî rengî tevgeriya ne. -
'Bi hurmet û xwedî prensîp bû’
"Te digot qey ji civakên yekemîn ên mirovatiyê hatiye girtin û şandine çiyayan. Hevrê Şoreş mîna di mabedeke ku dest lê neketine de mezin bibû." -
Gerîlayê HPG’ê Çelîk ber bi bêdawîtiyê hat birêkirin
Gerîlayê HPG’ê Mehmet Çelîk ê dema operasyona leşkerî û bombekirina hewayî ya artêşa Tirk de li navçeya Licê ya Amedê jiyana xwe ji dest da, li Goristana Yenîkoyê ber bi bêdawîtiyê hat birêkirin. -
Li Helebê kargeha teqemeniyê ya çeteyan hat dîtin
Şervanên YPG/YPJ’ê li Helebê depoyeke ku mîna kargeha madeyên teqemeniyê dihat bikaranîn dîtin. -
Hevşaredarên Qoserê hatin girtin
Hevşaredarên Qoserê Leyla Salman û Îsmaîl Asî hatin girtin. -
Çeteyên girêdayî Koalîsyona Sûriyeyê li Helebê 5 sivîl kuştin
Çeteyên girêdayî Koalisyona Niştîmanî ya Sûriyeyê Taxa Şêx Meqsûd a Helebê topbaran kirin û di encamê de topbarana çeteyan de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
YPG′ê nasnameyên 4 şervanên azadiyê ragihand
Navenda Ragihandina YPG′ê nasnameya 4 têkoşerên li Til Hemîs, Serêkaniyê û Girê Spî, şehîd bûne, eşkere kir. -
Çekwar Çûbûk li ser gora xwe hat bibîranîn
Çekwar Çûbûk ê 16 salî ku li Sûrê jiyana xwe ji dest dabû, du yekemîn salvegera xwe de hat bibîranîn. -
HPG’ê ji bo malbata Nûçegîhanê KNN’ê Şukrî Zeynedîn sersaxî xwest
Fermandariya HPG’ê ya Sehaya Zagrosê ji bo malbata xebatkarê televîzyona KNN’ê Şukrî Zeynedîn ku li Amediyê kuştî hat dîtin sersaxî xwest. -
Li dijî girê Koordîne operasyona şoreşgerî: 34 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG’ê li dijî girê Koordîne yê girêdayî Çelê operasyonek şoreşgerî li dar xist. Di çalakiyê de qasî bi çav hat dîtin 34 leşker hatin kuştin. -
Nasnameya 9 gerîlayên HPG/YJA Starê hate eşkerekirin
HPG'ê nasnameya 9 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Wan, li dijî êrîşên faşîst mêtînger, sond xwarin nirxên gelê Kurdistanê biparêzin û bi fedakarî, biryardarî, bawerî û dilsoziyê tevlî karwanê şehîdan bûn." -
Cenazeyê Uçoş a hat înfazkirin, hat rakirin
Cenazeyê Sabîha Uçoş a li Rezanê ji aliyê polîsên Tirk ve hat înfazkrin, ji aliyê malbatê ve hate rakirin. -
Cenazeyê gerîlayê TÎKKO Mut hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê TKO/ML-TÎKKO Murat Mut ku li herêma Alîbogaziyê bi 3 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dayî, li Pertaxê hate veşartin. -
Aydogan: Me biryara berxwedana demokratîk da; em ê tevlî rûniştinan nebin
Wekîla HDP’ê ya rehîngirtî Aydogan di rûniştina Amedê de got, "Me biryar da ku tevlî dozên der barê me de nebin. Ev biryar, ji bo hurmeta li vîna bi milyonan mirovên ku em hilbijartine hatiye standin û biryara berxwedana demokratîk e."