Çeteyên girêdayî Koalîsyona Sûriyeyê li Helebê 5 sivîl kuştin

Çeteyên girêdayî Koalisyona Niştîmanî ya Sûriyeyê Taxa Şêx Meqsûd a Helebê topbaran kirin û di encamê de topbarana çeteyan de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Çeteyên girêdayî Koalîsyona Niştîmanî ya Sûrî ji aliyê taxa El-Şaar a rojhilatî taxa Şêxmeqsûd a Helebê, bi fûzeyan û topên hawanan êrîş birin ser Taxa Şêx Meqsûd.

Di encama êrîşa bi fûze û hawanan de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest da û bi dehan zarok û jin jî birîndar bûn. Li gel vê jî çete êrîşên xwe yên bi ser taxê de didomînin.

Beriya bi  du rojan jî çeteyan Kefer Hemra ya bakurê taxa Şêxmeqsûd dabûne ber fûze û topên hawanan û di encama vê êrîşê de dîsa gelek sivîlan jiya xwe ji dest dabûn.