HPG’ê ji bo malbata Nûçegîhanê KNN’ê Şukrî Zeynedîn sersaxî xwest

Fermandariya HPG’ê ya Sehaya Zagrosê ji bo malbata xebatkarê televîzyona KNN’ê Şukrî Zeynedîn ku li Amediyê kuştî hat dîtin sersaxî xwest.

Fermandariya HPG’ê ya Sehaya Zagrosê ji bo xebatkarê televîzyona KNN’ê Şukrî Zeynedîn peyamek nivîskî weşand û wiha got;

“Em xemgîniyên xwe yên kûr ên li beramberî mirina mirovê me yê welatparêz ê xebatkarê televîzyona KNN Şukrî Zeynedîn ku ji gundê Banisra yê girêdayî nahiyeya Şeladizê ya navçeya Amediyê ya Dihokê ye, diyar dikin. Şukrî Zeynedîn ê ku girêdayî nirxên neteweyî bû û ji ber têkîldarî hebûna artêşa Tirk a li başûr gelek caran nûçe çêkirin gef lê hatin xwarin, mirovekî me yê fedakar e ku li dor nûçegîhantiya rast û nirxan kîlît bibû. Ji ber jiyana xwe ji dest daye em êşên malbatê parve dikin, ji bo malbata bi nirx sersaxiyê dixwazin.”