Li Helebê kargeha teqemeniyê ya çeteyan hat dîtin
Şervanên YPG/YPJ’ê li Helebê depoyeke ku mîna kargeha madeyên teqemeniyê dihat bikaranîn dîtin.
Şervanên YPG/YPJ’ê li Helebê depoyeke ku mîna kargeha madeyên teqemeniyê dihat bikaranîn dîtin.
Li ser banga gel ê li taxên rojhilatê Helebê, hêzên YPG/YPJ’ê li taxên Busta Başa, Bêdîn, Şêx Faris, Şêx Xidir û Heyderiyê ku ji çeteyên SÛK’ê (Koalîsyona Nîştîmaniya Sûriyeyê) hatin rizgarkirin, dest bi operasyona paqijkirinê kirin.
Şervanan ji bo ewlehiya canê sivîlan li Taxa Bêdînê dest bi paqijkirina mayinan kir. Şervanan dema operasyona paqijkirinê de depoyeke mîna kargeheke teqemeniyê dihat bikaranîn dîtin.
Li Kargehê ku gelek madeyên kîmyewî û jehrî yên di çêkirina teqemeniyan de tên bikaranîn hatin dîtin, her wiha hat dîtin ku gelek madeyên ji bo bi taybet jehrkirinê tên bikaranîn jî hene.
Li gel vê, li kargehê alên Tirk û afîşeke “Kampanya Alîkariyê ya ji Federasyona Swîsre Tirk ji bo Tirkmenan” hat dîtin.