Li dijî girê Koordîne operasyona şoreşgerî: 34 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG’ê li dijî girê Koordîne yê girêdayî Çelê operasyonek şoreşgerî li dar xist. Di çalakiyê de qasî bi çav hat dîtin 34 leşker hatin kuştin.
Gerîlayên HPG’ê li dijî girê Koordîne yê girêdayî Çelê operasyonek şoreşgerî li dar xist. Di çalakiyê de qasî bi çav hat dîtin 34 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî operasyona şoreşgerî ya li dijî girê Koordîne yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin;
“Roja 2’yê Mijdarê saet 06.30’an gerîlayên me li dijî leşkerên TC ên li girê Koordîne ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê operasyonek şoreşgerî ya berfireh li dar xistine. Li gor agahiyên destpêkê yên vê operasyona me, 34 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn. Di vê operasyonê de 3 gerîlayên me şehîd bûne. Detayên operasyona me ya şoreşgerî ku gelek çek hatin rûxandin û hin alavên leşkerî hatin desteserkirin, wê sibehê bê ragihandin.
Domahiya çalakiyê, artêşa TC bi balafirên şer jî bi awayekî dijwar qad bombe kiriye.”