BI DÎMEN

Koç: Pêwîstiya Mûsilê bi rêveberiyeke demokratîk heye

Hevseroka KNK'ê Koç diyar kir, divê biryara li ser siberoja Mûsilê ji aliyê gel ve were dayîn û işaret bi girîngiya rêveberiya demokratîk kir.

Koç destnîşan kir, lazim e Mûsil ne navendeke serweriya Sûnî yan jî Şîa be, divê navendeke jiyana wekhev a gelan be.

KNK, ji bo siberoja Mûsilê ya piştî DAIŞ'ê nîqaş bike, civînên şêwrê lidar dixe. Piştî civîna li Duhokê, ku gelek akademîsyen û siyasetmedar lê amade bûn, îro jî li Kerkûkê civîneke bi heman rengî hate lidarxistin.

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç di vê civînê de bersiv da pirsên rojnamevanan. Koç da xuyakirin, dewleta Tirk dixwaze Mûsilê bike navenda bloka Osmaniya Nû û Bloka Sûnî û anî ziman, Bloka Şîa ya bi pêşengiya Îranê jî dixwaze vê derê bike navenda Şîatiyê. Koç hişyarî da û got, ev her du armanc dikare rê li ber şerekî nû veke.

'DIVÊ XWECIHÎ BIRYARA VÊ BIDE'

Koç bibîr xist, li Mûsilê gelek cihêrengiyên etnîkî û olî hene û wiha dewam kir:

"Modela rêveberiya herî demokratîk a ji bo Mûsilê, modela jiyana bi hev re û azad a hemû cihêrengiyan e. Yê ku ji bo Mûsilê modela rêveberiyê diyar bike ne hêzên derve ye, divê mirovên vê herêmê bin.

Ev yek bi biryara partiyeke bi tenê nabe. Girîng e Kurd helwesta xwe ya neteweyî ya li ser Mûsilê diyar bikin û li gorî wê tevbigerin. Niha hinek dibêjin; bila rêvberiya Tel Aferê cuda, ya Şengalê cuda, ya navenda Mûsilê cuda be û ji hev bên cihêkirin. Lê belê parçekirina Mûsilê bi vî rengî, çareserî nîne. Ya girîng ew e, ku modeleke demokratîk û rast a hevgirtî bê afirandin. Lewma ya rast ew e, pirsgirêk bi dîroknas, akademîsyen û gel re bê nirxandin û çareserkirin."