Hevşaredarên Gever û Çelê hatin binçavkirin
Polîsên Tirk avêtin ser şaredariyên Gever û Çelê. Tevî Hevşaredaran gelek kes hatin binçavkirin.
Polîsên Tirk avêtin ser şaredariyên Gever û Çelê. Tevî Hevşaredaran gelek kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Gever a Colemêrgê, polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser Şaredariyê. Tevî Hevşaredar Adîle Kozay gelek personelên Şaredariyê hatin binçavkirin. Polîs bi saetan e li avahiya şaredariyê lêgerînê dikin.
Di heman demê de li Çelê jî avêtin ser malan û Hevşaredar Hîlal Dûman û Servet Tûnç, tevî Alîkarê Hevşaredaran Hidir Demîroglû, Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Cûmhûr Erdemîr, personelê şaredariyê Ferhem Akyuz, Şaredarê berê Mehmet Kanar, Nûnerê MEYADER a hat girtin Kazim Tekînalp û Osman Kanar û Remzî Kanat binçav kirin.
Polîsên Tirk ên bi maşînên zirxî dor li avahiya şaredariyê girtine, lêgerînê dikin.