Cenazeyê Uçoş bi rengekî korsanî hate veşartin

Cenazeyê xwendekara zanîngehê Sabîha Uçoş ku li Rezanê ji aliyê polîsên Tirk ve hate kuştin, ji ber zexta polîsan bi rengekî korsanî li Wanê hate veşartin.

Xwendekara Zanîngeha Şirnexê Sabîha Uçoş, roja 22'ê Mijdarê li kolana Karanfîl a taxa Bagcilar a navçeya Rezan a Amedê, ji aliyê polîsên Tirk ve hatibû kuştin. Cenazeyê Uçoş piştî testa DNA'yê ji aliyê malbatê ve ji morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hat wergirtin. 

Malbatê cenaze nîvê şevê gihand Wanê, lê li pêşiya bajêr ji aliyê maşînên zirxî yên polîsan ve hate dorpêçkirin. Polîsên Tirk gotin, ew ê nehêlin cenaze bi merasîmeke girseyî bê veşartin û gefa êrîşa li merasîma cenaze xwarin.

Li ser vê yekê malbatê û xizmên wan piştî bicihanîna wecîbeyên olî, cenazeyê Uçoş li goristana taxa Yenîmahalle ya navçeya Rêya Armûşê di nava dorpêçiya maşînên zirxî yên polîsan de veşartin.