YPG′ê nasnameyên 4 şervanên azadiyê ragihand

Navenda Ragihandina YPG′ê nasnameya 4 têkoşerên li Til Hemîs, Serêkaniyê û Girê Spî, şehîd bûne, eşkere kir.

Navenda Ragihandina YPG′ê nasnameya 4 cangoriyên ku di demên cuda de, li Til Hemîs, Serkaniyê û Girê Spî şehîd bûne eşkere kir, sersaxî ji malbatên wan re xwest û soza şopandina riya wan dan.

 

″Agirê şerê desthilatxaziyê li Rojhilata Navîn roj bi roj gurr dibe, ter û hişk di nav xwe de dişewitîne û li kêleka ziyanên madî şûna êşekî mezin li ser ruhê pêkhateyên herêmê xwecih dihêle. Li Sûriyê jî hêzên serke ku bi navê rejîm û muxalifetê heta niha rû bi rûye hevdu sekînîne eynî paradîgmaya binketî ya netew-dewlet û desthilatê dişopînin, di navbera wan de tenê form û şekil e ku cuda ye. Ne tene ev, vî şerî di heman de derfetek dîrokî ji hêzên terorîst re ava kir ku di bin navê îslam û şerîetê de xaka welat dagir bikin û şêwaza xwe ya cihê ji desthilatdariyê li ser gelê Sûriyê ferz bikin. Şahidê vana hemûyan, kuştin, birîndarî û avarebûna bi milyonan insan ji herêmê ye ku çarenûsa wan yan bi balafirên şer ve asê maye ango pêlên behrê wan bi her semtî dikişînin û ji devê mirinê derbas dikin.

 

Li aliyekî din ji van guhertinan ku di her şert û mercî de xwe parastiye, bihêz kiriye û keramet daye hebûna insan, Rojavayê Kurdistanê bûye. Îradeya li Rojava sînorên Pirsgirêka Kurd têra xwe nedît û pirsa azadiya mirovahiyê deyna holê. Di herêmekê de ku ti gullê bê berjewendiyeke biyanî nedihate avêtin, Rojava pala xwe da hêza gelê xwe û rû bi rûyê dijminên xwe yên sondxwarî sekinî û li ber xwe da. Îro bi vê qerebalixa leşkerî ku di manteqê de cemidiye, pencereya hêviyê tenê li Rojava-Bakurê Sûriyê û Kurdistanê vekîrî maye. Êdî pirsgirêka Kurd bi navê alternatîva Kurd tê naskirin, di her qadê de dibêje xwe-parastin, xwe bawerî û keda bê westandin ji bo rizgarkirina gel ji benda zilm, teror û dagirkeriyê.

 

Di rojên wiha de ku dendika tirsê di herêmê de dihat reşandin, bajarên mezin bi saetan diketin, û di dema ku planên reş û tarî li ser Rojava dihatin nivîsandin, gelên Kurdistanê li Rojava bi keç û xortên xwe li hember êrîşkarên ji ser ta pê çekdar li ber xwe dan. Di şexsê bajarên Rojava de Kurdistan û di şexsê Kurdistanê de jî hemû herêm ji metirsiyek mezin rizgar kirin. Ew jî bes nedîtin, cihên ku hatibûn dagirkirin yek pey ya din azad kirin û çete di dilê wan de dane ber xezeba xwe.

 

Til Hemîs, Cez’a, Rebîa, Serêkanî, Şingal, Kobanê û Girê Spî ne tenê navên li ser nexşeya cîhanê ne, di her bihust ji wan bajaran de îradeyekî xweragir ji zilm û zordariyê re gotiye na, şev û roj ji bo parastina gel têkoşaye û di oxira armancên xwe yên pîroz de xwe feda kiriye. Bi rizgarkirina her bajarekî hêviya di dil de gihandin xeyala ku rewşa heyî wê bi destê şoreşger û azadîxwazên rasteqîn dawî lê were û jiyana hevpar li her derî werê belavkirin. Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku di mekteba felsefe û azadiyê de perwerde dîtine bi cesaretek bêhempa ji her têkoşînê re xwe amadekirin, beşdarê şerê rizgarkirinê bûn û heta asta şehadetê çûn. Til Hemîs, Serêkaniyê û Girê Spî ji wan qadan bûn ku tiya şervanan ji bo azadiyê têrav kirin û di hembêza xwe ya germ de heta hetayiyê hezkirin. Nasnameya çar şervanên leheng yên YPG ku di dîrokên cuda ji bo rizgarkirina wan bajaran şehîd bibûn lê nehatibûn tekezkirin îro tê ragihandin.

 

Weke YPG, em di kesayeta herçar rêhevalên xwe hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bilindahiya wan ditewînin. Ji malbata şehîdan û gelên xwe yê serbilind em sersaxiyê dixwazin, careke din soz û peymana azadiyê li gel şehîdan nû dikin ku em ê şopdarê rêya wan bin û layîqê têkoşîna wan derkevin.

 

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Dilgeş Tufan

Nav û Paşnav: Yûnis Guvercan

Navê Dayikê: Rehîme

Navê Bav: Mihyedîn

Cihê Jidayikbûyînê: Şirnex

Cih û Dîroka Şehadetê: Til Hemîs- Gundê Hisêniyê 04.01.2014

 

Nasnav: Rûbar Koçer

Nav û Paşnav: Menekşe Araz

Navê Dayikê: Fetha

Navê Bav: Hiznî

Cihê Jidayikbûyînê: Batman

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê- Gundê Elok 16.09.2013

 

 

Nasnav: Tolhildan Dîren

Nav û Paşnav: Ferhad Erdemcî

Navê Dayikê: Remziye

Navê Bav: Fatih

Cihê Jidayikbûyînê: Urfa

Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê- Mebruka 09.10.2014

 

 

Nasnav: Zerdeşt Serhed

Nav û Paşnav: Ebdulrehman Kan

Navê Dayikê: Rehîme

Navê Bav: Cemşîd

Cihê Jidayikbûyînê: Qers

Cih û Dîroka Şehadetê: Dirê Spî-  Tîrmeha 2015