Der heqê wekîla Amedê Nursel Aydogan ji ber sedema ku 2011’an tevlî merasîma cenaze bûye, taziye û mêşa hi hinceta ku ‘propagandaya rêxistinê kiriye’, ‘endamê rêxistinê ye’ û ‘muxalefetî li Qanûna Meş û Civînê ya 2911’an kiriye’’ 18 sal jê re tê xwestin. Rûniştina duyemîn a dozê hate dîtin. Di rûniştina dozê de ku li Dadgeha Cizayê Girankirî yê 2. a Amedê hate dîtin, ji Girtîgeha Sivîlrî ya ku lê girtî dimîne, bi SEGBÎS’ê hazir bû.
‘EM Ê TEVLÎ RÛNIŞTINAN NEBIN’
Aydogan di parastina xwe de got: ‘’20’ê Gulanê destlênedana me bi awayekî derhiqûqî ji Destûra Bingehîn hate rakirin. Ji bo ku em cihêkarî û nehiqûqiya li ser me qebûl nekin, bi hevalên xwe re me biryar stand ku tevlî dozê têkildarî me nebin. Ev biryar ji bo hurmetdayina vîna bi milyonan kes e ku em hilbijartine û biryara berxwedana demokratîk e. Ez dixwazim bibêjim ku nehiqûqiya li ser me hê jî berdewam dike. Girtîbûna me a li girtîgehê nîşana vê ye. Dadgea Destûra Bingehîn ji bo wekîlên ku bi awayekî girtî hatin darizandin biryar da ku Mustafa Balbat û Engîn Alan nikarin bi awayekî girtî werin darizandin. Li gorî vê biryarê ez diyar dikim ku ez û hevalên min divê em bi awayekî girtî neyên darizandin. Ez dixwazim ku ev rewş ji hêla dadgehê ve were lêkolînkirin. Rêgeza herî sereke ya dewleta hiqûqê ew ek ku ji hev serbixwebûna hêzan e. Ji van a herî girîng jî serbixwebûna darazê ye. Nayê qebûlkirin ku rêveberî desttêwerdanê li darazê bike.’’
‘TEVLÎBÛNA LI MERASÎMA CENAZE PEYWIREKE MIROVÎ YE’
Li ser hemû meşê ku em lê amade bûne, fezlekeyeke hatiye amadekirin. Ez nafikirim ku çalakiyên partiyên siyasî sûc in. Piraniya malbatên ku li van deran dijîn, dixwazin ku em tevlî cinazeya zarokên wan bibin. Tevlîbûna li cenazeyan di heman demê de peywireke însanî ye jî. Bi ya min divê di rewşên dijwar de mirov li cem mirov û malbatên xwe be. Li gor min tevlîbûna li cenazeyan ne sûc e. Tevlîbûna min a li cenazeyan bi temamî ji ber sedema însanî ye.’’
PARÊZER AXIVÎN
Parêzerê Aydogan Devrîm Bariş Baran jî got, ‘’di îdîanameyê de tenê xwendina niyetê heye. Ji bingehên madî û hiqûqî bêpar e. Miwekîla min parlamenter û siyasetmedar e. Di navbera tevlêbûna li ziyareta taziyeyê, li merasîma cinazeyê û banga rêxistinê de ku mijara sûcarkirinê ev e, ti têkilî nehatiye danîn, di îdîanameyê de. Daxuyaniyên miwekîla min di nav çarçoweya azadiya raman û derbirînê de ye. Ez dixwazim ku were berdan.’’
Parêzer Yûnus Muratakan jî diyar kir ku heqê welatiyên yên ku di peymanên Destûrê û navnetewî de hatine parastin, nayê fêhmkirin ku bibe mijara darazê.
TALOQÎ ÇILE BÛ
Dozgerê rûniştinê ceza xwest lê Aydogan û parêzeran ji bo parastina dijber bikin dem xwestin. Dadgehê ji bo ku li dijî îdîanameya esasî de parastina esasî were kirin, rûniştin taloqî meha Çile kir.