Çekwar Çûbûk li ser gora xwe hat bibîranîn

Çekwar Çûbûk ê 16 salî ku li Sûrê jiyana xwe ji dest dabû, du yekemîn salvegera xwe de hat bibîranîn.

Xwendevanê lîseyê yê 16 salî Çekwar Çûbûk ê ku li navçeya Sûr a Amedê dema “qedexeya kolanan” a 2’yê Kanûna 2015’an birîndar bû û ji ber nikarîbû biçûba nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, di salvegera xwe de hat bibîr anîn.

Di bîranînê de ku li Goristana Yenîkoy a li navçeya navendî Rezanê hat lidarxistin, malbat û hevalên Çûbûk amade bûn.

Piştî duayên li ser gorê, gul û berbûn hatin danîn. Kom heta demekê li ser gorê ma û dûvre belav bû.