KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Herema Elibogazi tê bombebarankirin
Herema Elîbogaz a ku dikeve navbera navçeyên Xozat, Çemîşgezek û Pilûrê bi balafirên şer ve tê bomberankirin. -
Hevşaredara Çelê hat girtin
Hevşaredara Çelê Hîlal Dûman hate girtin. -
KCK: Divê tevahî partî û rêxistinên Kurdan ji bo kongre û yekîtiya neteweyî gavê bavêjin
KCK: Rewşa siyasî û şer a li Kurdistanê ji bo tevahî partî û rêxistinên Kurd bên cem hev wek bangekê ne… Wezîfeya dîrokî ya ku dikeve ser milên tevahî Kurdan ew e ku ji bo kongreya neteweyî û yekîtiya neteweyî gavê bavêjin. -
Malbatên Roboskiyê çalakiya xwe didomînin
Malbatên Roboskiyê di hefteya 258’emîn a qetlîamê de kom bûn, peyama wê heta dawiyê hesab xwestina ji hikûmetê bidomînin. -
'Em ê dildariya azadiyê ya hevrê Helwest bi Kurdistana azad tacîdar bikin'
KCK'ê li ser gerîlayê HPG'ê Helwest Partîzan ê li Bagokê jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek weşand û got, "Em ê dildariya wî ya azadiyê û azweriya wî ya têkoşînê bi Kurdistana azad tacîdar bikin." -
HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên xwe eşkere kir
Nasnameya 4 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, hate eşkerekirin. -
Bizirê genim li Rojava erzan dibe
Li Dêrikê, bizirê ji buhayê li bazarê gelekî erzantir tê hilberîn û bi vî rengî hem bersiv ji pêdiviya cotkaran re tê dayîn, hem jî buhayê zêde yê li bazarê tê kêmkirin. -
Qeyûm mûçeyên karkeran nade wan!
Qeyûmê li Şaredariya Şirnexê hate bicihkirin, bi hinceta "di dema qedexeya derketina derve de nexebitîne" mûçeyên karkeran nade wan. -
Şaredariyên Peyas û Yenîşehîrê jî hatin desteserkirin
Li Şaredariyên Peyas û Yenîşehîrê yên Amedê qeyûm hatin bicihkirin. -
Çêrgehên berhemdar ên Rihayê pêşkêşî alîgirên AKP'ê tên kirin
Çêrgehên Rihayê, ku çavkaniya debara gundiyan e, pêşkêşî alîgirên AKP'ê tên kirin. Dixwazin van çêrgehên ku tijî bexçeyên ji darên fisteq, hinar û zeytûnan e, bikin kanên kevir. Bi vê armancê rapore ÇED'ê hate dayîn. -
Îmîr: Li Şirnexê 10 hezar xanî hatin xerakirin
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nûran Îmîr got, wan tespît kirine ku li Şirnexê zêdeyî 10 hezar xanî hatine xerakirin. -
Hêvî mîna navê xwe bi hêvî bû...
"Hêvî klama 'wey lo wey lo xerîbim dayê' gelekî xwe distra. Dema min jê re got, dengê te gelekî xweş e, tu xweş ditirê, wê jî ji min re got 'ya bi te xweş tê, xweşiya dengê min nîne heval. Ji ber ku dengê hesretê ye, bi xweşiya te diçe'." -
'Qutbûna petrola DAIŞ'ê û pereyê reş AKP bir îflasê'
Şerîk da xuyakirin, ku bi tengavbûna DAIŞ'ê ya li Iraq û Sûriyeyê re petrola DAIŞ'ê li ser Tirkiyeyê hat birîn û got, yek ji sedemên girîng ên krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê ev e. -
Li Kerkûkê Şehîdên Kakayî hatin bîranîn
Li Kerkûkê pêşmergeyên welatiyên Kakayî yên ku di necama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bîranîn. -
Hevşaredarên Peyas, Yenîşehîr û Çelê hatin girtin
Hevşaredarên Peyasê Mehmet Alî Aydin, Hevşaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu û Hevşaredarê Çelê Servet Tunç ên hatibûn binçavkirin hatin girtin. -
Osman: Li Başûrê Kurdistanê qelemên azad tên qetilkirin
Rêveberê Sendîkaya Çapemeniyê ya Kerkûkê Fûat Osman got; “Li Başûrê Kurdistanê rojnamevanan dikin qurbanên nakokiyên partiyên siyasî. Li Başûrê Kurdistanê qelemên azad tên qetilkirin.” -
Artêşa Iraqê 4 gund ji çeteyan paqij kir
Çar gundên navçeya Hewîce, ku yek ji mezintirîn navçeyên Kerkûkê ye, danê vê sibehê bi operasyonekê ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin. -
HPG: Em Seyîd Riza û hevalên wî bi rêzdarî bibîr tînin
HPG'ê 5 gerîlayên li Mêrdînê jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bibîr anî û got, "Ji bo pêkanîna xewn û xeyalên şehîdên xwe, em ê bi biryardarî têbikoşin." -
Nebû Qorîcî, çû madenê: Abdulbakî Aydin
Hezana li Şîrwanê kete roja 20’an û agir berda nava bi dehan malan. -
Artêşa Tirk li Minbicê topên fosforê bi kar tîne
Artêşa Tirk, ku bi balafirên şer êrîşên giran dibe ser gundên Qurt Wêran, Girheyok û Qawiqlî yên li rojavayê Minbicê, topên fosforê bi kar tîne. -
Osman: Biryara Parlamenta Iraqê wê krîza aboriyê ya li Kurdistanê çareser bike
Parlamenterê Koma Iraqê ya YNK'ê Mihemed Osman got, "Eger budçeya 2017'an a li Parlamenta Iraqê bi cih were anîn, wê krîza aboriyê ya li herêma Kurdistanê çareser bibe." -
Hozat: Yekîtiya xwe ava bike û azad bibe
Hozat: Kurd ji bo parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiya xwe, neçar e du tiştên bingehîn bike. Yek jê; divê li her derê û her gavê têbikoşe û li ber xwe bide. -
Li dijî Bakûrê Babê êrîşên hewayî
Li dijî Bakûrê Babê ji aliyê balafirên şer ên nayê zanîn ku aîdê kijan welatiye, bi dijwarî tê bomberdûman kirin. -
Li Şaredariya Qereyaziyê qeyûm hate wezîfedarkirin
Piştî ku Hevşaredarê Qereyaziyê Mehmet Saît Karabakan hate binçavkirin û şûn de, li şûna wî Qeymeqam Kamîl Aksoy wek qeyûm hete wezîfedarkirin. -
Li Kerkûkê rojnamegerek hate kuştin
Li Kerkûkê rojnamegerê bi navê Mihemed Sabit yê eslê xwe Ereb ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin.