Bizirê genim li Rojava erzan dibe
Li Dêrikê, bizirê ji buhayê li bazarê gelekî erzantir tê hilberîn û bi vî rengî hem bersiv ji pêdiviya cotkaran re tê dayîn, hem jî buhayê zêde yê li bazarê tê kêmkirin.
Li Dêrikê, bizirê ji buhayê li bazarê gelekî erzantir tê hilberîn û bi vî rengî hem bersiv ji pêdiviya cotkaran re tê dayîn, hem jî buhayê zêde yê li bazarê tê kêmkirin.
Yek ji xalên di plansaziya aboriyê ya Komîteya Aboriyê ya TEV-DEM'ê de hat destnîşankirin, kêmmkirina buhayên zêde û kontrolkirina bazarê bû.
Yek ji rêbazên ku komîte ji bo pêşî li buhayê zêde yê civakê mexdûr dike bigire, berfirehkirina atolyeyên biçûk û kooperatîfan bû. Bi rêya berhemên li van cihan tên hilberîn, hem bersiv ji pêdiviyên civakê re tê dayîn, hem jî buhayê zêde yê li sûkên navendî, tê kêmkirin.
BI QASÎ 150 TON TÊ HILBERÎN
Yek ji van jî atolyeke biçûk a ji bo hilberîna bizirê genim di bin sîwana Unîteya Zîreetê de hatiye avakirin e. Li vê atolyeyê 25 kes dixebitin û debara xwe dikin. Rojane ji 5 ton heta 150 tonî hilberîn tê kirin. Kîloyek ji bizirê genim, li sûkê bi 135 lîreyî tê firotin. Lê li vê atolyeyê bi 115 lîreyî tê firotin. Her wiha, piştî ku ev bizirê genim ê li atolyeyê hatiye hilberîn ket nava bazara giştî, buhaya kîloyek bizirê genim ji 135 lîreyî daket 125 lîreyî. Cotkar ji hilberîna atolyeyê razî ne. Cotkar dibêjin, eger atolye xebatên xwe bisekinîne, wê buhayê bizirê genim ê li dikanan careke din zêde bibe.
ŞEFÊ ATOLYEYÊ: EM BERSIVÊ DIDIN PÊDIVIYÊN GEL
Şefê Atolyeyê Halîl Îbrahîm Ettek da xuyakirin, ku ew kêfxweş in ji ber ku bi vî karî debara malbatên xwe dikin û got, "Em li vê atolyeyê bizirê genim hildiberînin û bersivê didin pêwîstiyên gel. Ji sûkê mirov tên vê derê ji bo bizir bikirin. Wekî din, mirovên ku naxwazin bi navbeynkariyê bizir bikire, yekser tên ji me dikirin. Em jî li gorî pêwîstiyên wan, bizir didin wan."