'Qutbûna petrola DAIŞ'ê û pereyê reş AKP bir îflasê'
Şerîk da xuyakirin, ku bi tengavbûna DAIŞ'ê ya li Iraq û Sûriyeyê re petrola DAIŞ'ê li ser Tirkiyeyê hat birîn û got, yek ji sedemên girîng ên krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê ev e.
Şerîk da xuyakirin, ku bi tengavbûna DAIŞ'ê ya li Iraq û Sûriyeyê re petrola DAIŞ'ê li ser Tirkiyeyê hat birîn û got, yek ji sedemên girîng ên krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê ev e.
Şerîk da xuyakirin, ku bi tengavbûna DAIŞ'ê ya li Iraq û Sûriyeyê re petrola DAIŞ'ê li ser Tirkiyeyê hat birîn û got, yek ji sedemên girîng ên krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê ev e.
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk, pêkanînên dîktatoriya AKP-Erdogan, krîza aboriyê û helwesta hêzên şoreşger-demokratîk ên li Tirkiyeyê ji ANF'ê re nirxand.
ÊRÎŞÊN LI DIJÎ TEVGERA KURD, DIJWARBÛNA ÊRÎŞÊN SALA 2007'AN E
Şerîk diyar kir, piştî hilbijartina giştî ya sala 2007'an, AKP ji bo tinekirina hin navendên desthilatdariyê yên li nava welêt, kete nava tevgerê û got, "Piştî vê yekê jî berê xwe da pirsgirêkên navxweyî. Bêguman dema ev dikiri jî, êrîşên xwe yên li dijî hêzên demokrasî şoreşger û tevgera azadî û demokrasiyê ya Kurdan, zêde kir. Lewma di navbera êrîşên AKP'ê yên roja îro û êrîşên piştî sala 2007'an hatin şidandin, cudahiyek nîne."
Şerîk destnîşan kir, ku êrîş di rewşa heyî de hatine zêdekirin û bi van êrîşan hewl tê dayîn, hêzên siyaseta demokratîk li derve bên hiştin.
Cemal Şerîk anî ziman, li Kurdistanê gerîlayên azadiyê, hêzên demokrasiyê û saziyên siyaseta demokratîk li dijî vê yekê li ber xwe didin û got, "Hêzên demokratîk şoreşger ên Tirkiyeyî jî li ber xwe didin. Ev êrîş, bersiva li êrîşên wan ên tinekirinê ye."
KRÎZ WÊ LI TIRKIYEYÊ NEBIHURE
Şerîk, têkildarî krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê, gotina 'Ev krîz jî wê li me bibihure' ya Erdogan bibîr xist û wiha dewam kir: "Mebesta xwe çi ye? Di sala 2011'an de krîzeke fînansî rû da. Di wê demê de, bi qasî Yewnanîstan, Portekîz, Spanya û Îtalyayê vê krîzê bandor li rejîma AKP-Erdogan nekir. Di wê navberê de rejîm hilweşiyan. Girseyên mezin xwepêşandan lidar xistin û mûalefeteke civakî afirandin. Lê belê li Tiriyeyê ti ji van pêk nehat. Erdogan di nava krîza heyî de balê dikişîne ser wê. Krîza sala 2011'an li Tirkiyeyê nebihurî. Tirkiye di wê demê de ket bin fatûreya giran a krîzê. Eger di wê demê de mîna li welatên din, mûxalefeteke mezin a civakî û protestoyên mezin nehatibe kirin, sedema vê yekê jî hebûan tifaqa dij bi Kurd a navbera Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê bû. Li ser Îranê ambargoya aboriyê hebû. Lê belê Îranê di ser Tirkiyeyê re ew ambargo şikand."
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk ragihand, di wê demê de transfera pereyê reş, ku weke aboriya li derveyî qeydê tê binavkirin, gelekî hebû û got, "Sermayeya ne qeydkirî ya ji mîlyaran dolarî ket nava Tirkiyeyê. Tirkiyeyê bi polîtîkayên bi vî rengî hewl da pêşî li krîza wê demê bigire. Wekî din şerê li Rojava û Sûriyeyê bû şerê herî mezin ê talanê yê Tirkiyeyê. Şerê Sûriyeyê, dîktatoriya AKP-Erdogan rehet kiribû. Bi qasî 1.500 febrîqeyên li Helebê derbasî Tirkiyeyê kirin. Cihên li Sûriyeyê di destê DAIŞ'ê de bûn, cihên ji aliyê çavkaniyên petrolê ve dewlemend bûn. Mûsil jî xwedî taybetmendiyeke bi vî rengî ye. Petrola ji van herêmên di destê DAIŞ'ê de hatin derxistin, di ser Tirkiyeyê re li cîhanê hate belavkirin. Tirkiyeyê bi rêya vê yekê qezenceke mezin bi dest xist."
Şerîk destnîşan kir, ku DAIŞ niha li Sûriyeyê tengav bûye û deriyên DAIŞ'ê yên berê wan li Tirkiyeyê bûn, hatine girtin. Şerîk got, "Ji bo derdorên fînansê yên li Tirkiyeyê ev tê wateya hilweşîneke mezin. Dema mirov van hemûyan bi hev re dinirxînin, hingî sedemên bingehîn ên krîza aborî ya li Tirkiyeyê derdikevin holê."
BIRYARÊN DEWLETÊN EWROPAYÊ JI BO DERXISTINA TIRKIYEYÊ JI NAVA KRÎZÊ YE
Şerîk bal kişand ser biryarên dewletên Ewropayê yên di vê demê de hatine girtin û destnîşan kir, ev biryar ji bo derxistina Tirkiyeyê ji nava krîzê ye. Şerîk got, "Ji bo pêşî li Tirkiyeyê vebe dixwazin hin gavan bavêjin. Dema pêşî lê vekir jî wê derfetên derketina Tirkiyeyê ji krîzê bafirin. Lewma biryarên ji aliyê dewletên Ewropayê ve hatine girtin, şaş e ku weke sedemeke krîza li Tirkiyeyê werin nirxandin."
GIRÎNG E HÊZÊN ŞOREŞGER BI ROLA XWE RABIN
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk da xuyakirin, ku di rewşa heyî de li Tirkiyeyê dewletek nîne û wiha dewam kir: "Rewşa artêşê, burokrasiyê, dadgeriyê li holê ye. Ji xwe, ya ku dewletekê li ser piyan dihêle, ev in. Dema ev nebin, hingî hebûna wê dewletê cihê nîqaşê ye. Her çend bi MHP, BBK û bermayiyên Hîzbûlkontra yên li Kurdistanê re hewl tê dayîn dewlet ji nû ve were birêxistinkirin, di rêxistinbûna dewletê de valahiyeke mezin heye.
Ev kêliyên kaos û krîzê, ji bo hêzên şoreşger demokratîk, derfetên mezin dafirînin ku armancên xwe pêk bînin. Girîng e hêzên demokratîk û şoreşger vê valahiyê bibînin, alternatîfan derxînin holê û pêşengiyê ji têkoşîneke ji bo rêveberiya gel, bikin.
Şerîk da zanîn, ji ber ku hêzên şoreşger bi rola xwe ranabin, dewlet hê li ser piyan e û got, "Li dijî vê yekê dikarin bibin yek û bi têkoşîneke bi biryar, rola xwe ya dîrokî bilîzin. Şert û mercên objektîf ên vê yekê hene." Şerîk destnîşan kir, ku alternatîfa yekane, têkoşîn e.