NÛ BÛ

KCK: Divê tevahî partî û rêxistinên Kurdan ji bo kongre û yekîtiya neteweyî gavê bavêjin

KCK: Rewşa siyasî û şer a li Kurdistanê ji bo tevahî partî û rêxistinên Kurd bên cem hev wek bangekê ne… Wezîfeya dîrokî ya ku dikeve ser milên tevahî Kurdan ew e ku ji bo kongreya neteweyî û yekîtiya neteweyî gavê bavêjin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya nivîskî de ev gotin:

“Piştî Yekemîn Şerê Cîhanê ya di çarîka ewil a sedsala 20’emîn de pêk hat Kurdistan kirin çar parçe. Li her parçeyekî, di serî de jî li Tirkiye, Kurd rastî nijadkujiyên fîzîkî û çandî hatin û xwestin wan di nava neteweyên serdest de bihelînin. Ji ber polîtîka û pêkanînên nijadkujiyê di sedsala 20’emîn de Kurdan êşên mezin dîtin û wekî netew hatin asta tunebûnê. Ji ber ku Kurdistan kiribûn çar parçe; berxwedanên li dijî mêtingeriya nijadkuj jî parçeyî û herêmî man. Ev jî bû sedem ku mêtingeriya nijadkuj hebûna xwe di sedsala 21’emîn de jî bidomîne.

Di salên 1970’an de li hemû parçeyên Kurdistanê pêşketina têkoşîna siyasî ya bi rêxistinî û di destpêka salên 1990’î de hilweşandina cîhana du blokî; hevsengiyên sedsala 20’emîn ku ji bo Kurdan hevsengiyeke nijadkuj a siyasî bû, hejand û her ku çû hilweşand. Di encamê de pêvajoyeke nû dest pê kir ku eger Kurd têkoşîn bikin û yekîtiya xwe ya siyasî pêk bînin wê mezin qezenc bikin û xwe bigihînin statuya jiyana azad û demokratîk.

Rojhilata Navîn ew erdnîgarî ye ku hevsengiyên siyasî ya cîhanê tên avakirin. Piştî hilweşandina hevsengiyên kevn, 3’yemîn Şerê Cîhanê ku wê hevsengiyên nû ya cîhanê ava bike, li Rojhilata Navîn dest pê kir û didome. Di nava vî şerî de hêzên navnetewî yên dixwazin li herêmê bi bandor bibin, hêzên paşverû û statukoparêz ên dixwazin statukoya xwe ya kevn biparêzin û hêzên gel ên ji statukoya xwe ne razî ne, cih digirin. Ji ber ku ji statuko û hevsengiyên siyasî yên kevn herî zêde Kurd zerar dibînin, dixwazin bi rêxistinbûna di nava deh salan de afirandine û têkoşîna xwe ya siyasî ve di nava hevsengiyên siyasî ya nû de cih bigirin û xwe bigihînin jiyana azad û demokratîk. Di sala 2011’an de gelê Ereb jî bi serhildana ku wekî Bihara Ereban tê binavkirin, diyarkirin ku ew jî ji statukoya xwe ne razî ne û dixwazin xwe bigihînin jiyana azad û demokratîk.

Di 3’yemîn Şerê Cîhanê de ku hevsengiyên kevn hatine hilweşandin û bi şerekî pir alî ve tê xwestin statuko û hevsengiyên nû were avakirin, hemû kes dixwaze cihê xwe xurt bikin û di nava hevsengiyên siyasî ya nû de bi bandor cih bigirin. Ji ber vê sedemê şerekî dijwar a ku her roj tifaq tên guhertin û tifaqên nû tên avakirin, didome. Kurdên ku di nava statukoya sedsala 20’emîn de herî zêde rastî pêkanîn û hewldanên nijadkujiyê hatine, pêwîst e vê rastiyê binirxînin û sûd jê bigirin.

HEMÛ KES QEBÛL DIKIN KU KURD LI ROJHILATA NAVÎN BÛNE NETEWEYEKE XURT

Di pêvajoya hevsengiyên siyasî ku tê xwestin di sedsala 21’emîn de were avakirin, Kurd ji sedsala 20’emîn cudatir, xwedî avantajên pir mezin in. Kurd di vê pêvajoyê de him xwedî rêxistinên girîng ên siyasî û leşkerî ne û him jî ji her demê zêdetir, xwedî vîn û biryardariya jiyana azad û demokratîk in. Kurd li çar parçeyên Kurdistanê jî xwedî vîna jiyana azad û demokratîk in; her wiha bi berdêldayînê ve têkoşîn dikin û dixwazin xwe bigihînin jiyana azad û demokratîk. Kurd ji her demê zêdetir xwedî li nasname û têgihiştina netewî derdikevin. Bêguman wekî gelê Kurd em di pêvajoyeke pir xurt re derbas dibin. Dost û dijmin hemû kes qebûl dikin ku Kurd li Rojhilata Navîn bûne neteweyeke xurt.

LI GEL DESTKEFTIYÊN QEZENÇKIRINA BIHÊZBÛNA KURDAN DI NAV XWE DE JÎ XETERIYÊN MEZIN DIHEWÎNE

Li Rojhilata Navîn hilweşandina hevsengiyên kevn û di vê rewşê de xurtbûna Kurdan; him derfetên serkeftina mezin derxistiye holê û him jî xetereyên mezin di nava xwe de dihewîne. Gotina desthilatdariya AKP’ê ya wekî “Em ê xetaya ku me li Bakurê Iraqê kiribû, li Bakurê Sûriye jî nekin” û li her derê dijbertiya Kurdan dike û naxwaze Kurd maf bi dest bixin, vê rastiyê radixe ber çavan. Bi xurtbûna Kurdan ve, dijminê Kurdan û kesên dixwazin nijadkujiyê pêk bînin jî ketin nava liv û tevgerê. Li Rojhilata Navîn hin hêz hene ku hebûn û jiyana azad û demokratîk a Kurdan qebûl û hezm nakin. Xurtbûna Kurdan, bi xwe re zêdebûna êrîşên dijber jî anî. Pêwîst e hemû gelê Kurd û hêzên siyasî vê rastiyê bibîne. Di vê pêvajoyê de pêwîst e em xafîl nebin û di asta herî jor de bi hestiyar tevbigerin. Ji ber ku li Rojhilata Navîn şerekî piralî rû dide û her roj rewşên nû yên siyasî derdikevin holê.

EGER YEKÎTIYA KURDAN AVA BIBE TEQEZ WÊ VEGUHERE DESTKEFTIYÊN MEZIN

Li her derê ji bo Kurdan derfetên bidestxistina jiyana azad û demokratîk pir zêde bûne. Eger Kurd him li parçeyên lê dijîn him jî di navbera parçeyan de yekîtiya Kurd ava bikin, teqez wê xetereyan têk bibin û derfetên heyî biguherînin destkeftiyên mezin. Bêguman salên ku em tê re derbas dibin ev sal in ku yekîtiya netewî ferz dikin. Ma wê Kurd di vê pêvajoyê de yekîtiya xwe ava nekin û bi hev re tevnegerin; gelo wê kengî tevbigerin? Ev tenê ji aliyê hêzên siyasî yên Kurd ve ne, ji aliyê hemû gelê Kurd ve tê gotin. Ji ber vê sedemê ev pêvajoya ku em tê re derbas dibin, berpirsiyartiyên dîrokî dide ser milên hemû partî û rêxistinên siyasî û hêzên demokratîk ên netewî. 

Gelê Kurd di tevahiya dîrokê de êşa nebûna yekîtiyê pir kişandine. Parçebûyîn pir tişt bi Kurdan daye windakirin. Ji ber vê yekê gelê Kurd di destana Mem û Zînê de bi vegotina Ehmedê Xanî, vê hesreta xwe bi awayekî bibandor aniye ziman. Ji ber êşên di sedsala 20’an de hatiye kişandin, PKK jî di nav de gelek partî û rêxistin hesret û bangawaziya pêkanîna yekîtiya netewî û kongreya netewî pir caran aniye ziman. Gel û rewşenbîrên Kurd jî di her firsendê de girîngiya yekîtiya netewî anine ziman û bangawaziya pêkanîna kongreya netewî kirine. Ya rastî gelê me 25 sal e der barê yekîtiya netewî de gavên girîng avêtiye. Bi têkoşinên siyasî yên li hemû parçeyên Kurdistanê hatine meşandin ve sînor bê wate bûne;di asta gel de yekîtiya netewî heta asteke girîng pêk hatiye. Lê belê ev yekîtiya ku di nava gel de pêk hatiye, di navbera partî û rêxistinên siyasî de bi qasî ku tê xwestin nehatiye pêşxistin. Ev jî dibe sedem ku Kurd derfet û firsendên derdikeve pêşiya wan nikaribin baş binirxînin û di mijara têkoşîna azadî û demokrasî û destkeftiyên Kurdan de pirsgirêk derkevin.

Nebûna yekîtiya di navbera tevgerên siyasî yên Kurd de rasterast bandorê li ser pirsgirêkên navbera rêxistin û partiyên siyasî yên li hemû parçeyên Kurdistanê dike; ya herî girîng jî dibe sedem ku derfetên dîrokî yên derdikeve pêşiya Kurdan berhewa bibin û firsendên pir mezin ji dest biçin. Vê rastiyê Tevgera me her roj bi awayekî sotîner hîs dike; em bawer in hemû rêxistin û partiyên siyasî jî vê rastiyê hîs dikin. Eger li Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilat di navbera Kurdan de yekîtî hebe, di navbera hêzên siyasî û partiyên hemû parçeyan de yekîtî hebe, wê him pirsgirêkên Kurd ên hemû parçeyên Kurdistanê çareser bibin û him jî wê Kurdên hemû parçeyan destkeftiyên mezin bi dest bixin. Rûxmî ku ev rastî ji aliyê hemû partiyên siyasî ve tê dîtin; pêkneanîna pêwîstiyan berpirsiyartiyên dîrokî dide ser milên me hemûyan.

REWŞA SIYASÎ Û ŞER JI BO HEMÛ KURD WERIN CEM HEV WEKE BANGAWAZIYEKÊ YE

Rewşa siyasî û şerê li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ji bo hatina gel hev a hemû rêxistin û partiyên siyasî yên Kurd, weke bangawaziyekê ye. Ev rewş berpirsiyartiyên me zêde dike û li ser me hemûyan ferz dike ku em gav bavêjin. Eger em vê berpirsyartiyê bigirin ser milên xwe û gav bavêjin; wê were dîtin ku hemû partî û rêxistin, bi temamî gelê Kurd û hêzên siyasî ji rewşa îro qat bi qat zêdetir xurt bibe û wê bibin xwedî hêza çareseriya hemû pirsgirêkan. Yekîtiya Netewî ya Kurdan, li ser pêşketinên siyasî yên li Rojhilata Navîn wê wekî destwerdaneke bi bandor be; tevî Kurdan wê hemû gelên Rojhilata Navîn jî qezenc bike. Rastiya “qezenc bike, qezenc bike” wê tam jî di vê rewşê de ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn pêk were.

PÊWÎST E TEVAHÎ PARTÎ Û RÊXISTINÊN KURDAN JI BO YEKÎTÎ Û KONGREYA NETEWEYÎ GAVÊ BAVÊJIN

Peywira dîrokî ya dikeve ser milên hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurd ew e ku pêwîst e guh bidin vê bangawaziya dîrokî û demê û ber bi yekîtî û kongreya netewî ve gav bavêjin. Di salên 2013 û 2014’an de xebatên di vê mijarê de ezmûn û encamên girîng derxistin holê. Di wê pêvajoyê de her kesî qezenc kiribû. Ji ber vê sedemê pêwîst e em van ezmûnên derketine jî li ber çavan bigirin û beriya her tiştî hemû rêxistinên siyasî ji bo yekîtiya netewî civînekê pêk bîne. Wê ev civîn, gaveke girîng be. Piştî vê gavê mirov dikare komîteya amadekar a kongreyê ava bike, ji bo kongreya netewî amadekariyan bike, pirsgirêkên siyasî yên li pêşberî Kurdan tespît bike û van pirsgirêkan bibe komîteya amadekar û kongreya netewî. Li ser esasê nêzikatî û hişmendiya ku me danî holê, em bang li hemû partî û rêxistinan dikin ku di çarçoveya têkilî û diyalogan de wekî gava destpêkê ya kongreya netewî; civîneke yekîtiya netewî were lidarxistin.

 Di hevdîtin û têkiliyên xwe de ku bi partî û komên siyasî re pêk tên, em li ser mijara girîngiya kongreya netewî û pêwîstiya kombûna kongreyê diyalogan pêş dixin. Lê belê ji ber pêşniyar û bangawaziyên ji gelek rewşenbîr û derdorên cur bi cur tê kirin û bendewariyên gelê me; em pêwîst dibînin ku bangawaziyeke bi vî rengî bikin. Bi vê daxuyaniya ku me ji gelê xwe û raya giştî re ragihand,  me xwest di serî de wekî Tevger em vê berpirsyartiyê bigirin ser xwe û di vê pêvajoya dîrokî de vê gava ku pêwîst e were avêtin, bi lez bikin. Li ser vê bingehê em bawer in wê hemû rêxistin û partiyên siyasî yên Kurd jî li hemberî vê bangawaziya ku gel û dîrok li me dike, berpirsiyartiyên dikevin ser milên wan bi cih bînin.Em careke din dûpat dikin ku em ê hemû berpirsiyartiyên dikevin ser milên me bi cih bînin.”