Li navçeyên Karakopru û Heweng ên Rihayê, erdê ji 50 hezar donimî, ku çêrgeha 30 gundî ye û tarên fisteq, hinar û zeytûnê lê ne, ji ber gefa veguherîna kana kevir, xeteriya talanê li ser heye. Hewl didin vê herêma berhemdar bikin kana kevir. Ev kan jî wê ji aliyê baskê Lîmak Holdîngê yê Rihayê Lîmak Çîmento ve bê xebitandin, ku ev şîrketa nêzî AKP'ê bi talankirina xweza û derdorê tê naskirin.
Gundiyên herêmê ji vê rewşê nerazî ne. Gundiyên Hamûrkesenê, ku nêzî vî cihî ne, ji bo pêşî li xebitandinak makîneyên kanê bigirin, gelek caran rê girtin û çalakî lidar xistin. Tevî vê yekê jî Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê, rapor da vê şîrketê ku kapasîteya xwe ya li vê herêmê zêdetir bike.
ÇAV BERDAN ÇAVKANIYA DEBARÊ YA BI HEZARAN GUNDIYAN
Gundî û keyayên van gundan nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan û destnîşan kirin, ku ew ê nehêlin kana kevir li vir bê çêkirin. Gundiyan anîn ziman, çêrgeha vê şîrketê çav berdaye, yekane çavkaniya wan a debarê ye.
Keyayê gundê Hamûrkesenê Mûrat Badilli da zanîn, ku ew ê nehêlin bi çêkirina kana kevir re zerar li çavkaniya debara wan bê kirin.
Ev herêma ji 50 hezar donimî, ya gundên Aşagi Îçkar, Canoglû, Yûkari Îçkar, Kavakli, Kûşlûca, Sancak, Hamûrkesen, Ûzûncûkê ye. Li vê derê gelek dehl û rez hene û cihên li bilî van bexçeyan ji aliyê gundiyan ve weke qada xwedîkirina sewalan tê bikaranîn. Bi kana kevir re wê zerar li temamiya herêmê bibe.
Lîmak Holdîng a xwediyê wê Nîhat Ozdemîr e, ku nêzî AKP'ê ye û di projeya çêkirina Pira 3. de ch girt, hewl dide vê çêrgeha berhemdar bi çekirina kana kevir qetil bike.
RAPORÊN ÇED'Ê JÊ RE TÊ DAYÎN
Gundên Kirkpinar, Tulmen, Îsaveren, Esemkûlû, Kalecîk, Yarimtepe, Mûstafacik, Korûkezen, Kizlar ên Rihayê jî li dijî vê projeyê derdikevin. Tevî hemû nerazîbûnan jî Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê, rapora 'Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED)' dide şîrketa Lîmak Çîmento ji bo karibe li vê herêma berhemdar kana xîzê çêbike.
Endamê Meclîsa Şaredariya Karakopru Serhat Erdem ê DBP'yî li ser mijarê agahî da ANF'ê û anî ziman, dayîna rapora ÇED'ê ji bo tinekirina vê çêrgeha berhemdar, tê wateya îmzekirina qirkirinê. Erdem da xuyakirin, ku eger ev çêrgeh ji destê gundiyan bê girtin, wê sewalkarî û cotkariya li herêmê bê tinekirin, ku ev yek çavkaniya debarê ya bi hezaran kesî ye.
Erdem da zanîn, gundiyan daxwazname dane Walîtiya Rihayê, Midûriyeta Çandiniyê, Bajarvanî û Hawirdorê, Midûriyeta Emlaqê ya Milî, lê belê ti encam bi dest nexistin. Erdem destnîşan kir, ku bi rengekî vekirî çavkaniya debarê ya gundiyan ji destê wan tê girtin.