Osman: Biryara Parlamenta Iraqê wê krîza aboriyê ya li Kurdistanê çareser bike

Parlamenterê Koma Iraqê ya YNK'ê Mihemed Osman got, "Eger budçeya 2017'an a li Parlamenta Iraqê bi cih were anîn, wê krîza aboriyê ya li herêma Kurdistanê çareser bibe."

Osman da xuyakirin, ku ev qanûna li parlamentê hatiye qebûlkirin, ji aliyê Koma YNK, Tevgera Goran, Komala Îslamê û beşek ji wekîlên Yekgirtû Îslam ve hatiye amadekirin û destnîşan kir, eger bi cih were anîn, ev ê bibe bersiv ji hemû pêdiviyên gelê Kurdistanê re. Osman got, "Li ser qanûnê em beriya niha bi komên Şîa û Sûnî re rûniştin. Wan jî destek dan. Li parlamentê, di encama nîqaşan de pêşnûmeya budçeya sala 2017'an hat qebûlkirin."

Osman, di dema dengdanê de derketina parlamenterên PDK'yî ji parlamentê bibîr xist û got, ew nizane bê çima destek nedane. Osman anî ziman, parlamenterên PDK'ê li hemberî vê projeya ku qebûl nekirine, wan bi xwe ti proje pêşkêş nekirine.

Mihemed Osman bal kişand ser projeya beriya du rojan li ser navê hikûmeta herêmê ya Kurdistanê hate şandin û diyar kir, diviyabû pêşniyareke bi vî rengî ji aliyê hikûmeta herêmê ve bihata nîqaşkirin û di encama amadekariyeke berfireh de bihata pêşkêşkirin.

Osman ragihand, projeya li ser navê hikûmeta herêmê hate pêşkêşkirin, bersiv nedida pêdiviyên herêma Kurdistanê û got, "Pêşniyarên di wê projeyê de cih digirtin, pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê çareser nedikir. Pirsgirêka mûçeyan çareser nedikir. Pirsgirêka pêşmergeyan çareser nedikir. Lewma me projeya xwe ya berê amade kiribûn pêşkêş kir û dan qebûlkirin."

'ALÎ NEÇAR IN LI GORÎ QANÛNAN TEVBIGERIN'

Parlamenterê YNK'ê Osman da xuyakiirn, ku li gorî qanûnan her du alî neçar in pêşnûmeya budçeyê ya li Parlamentê hatiye qebûlkirin bi cih bînin û got, "Hikûmet berpirsyar in vê bi cih bînin. Mînak; divê bersiv ji pêdiviyên karmend, pêşmergeyên li Herêma Kurdistanê re bê dayîn. Me di vî warî de wezîfeya xwe kir. Aliyên ku mecbûr in vê bi cih bînin eger bi cih nînin, wê pêkanînên qanûnan li ser wan bên ferzkirin."

Osman anî ziman, eger hikûmeta Haydar Ebadî vê bi cih nîne, ew ê mijarê bixin rojeva Parlamenta Iraqê, nerazîbûnên xwe bilêv bikin û destnîşan kir, eger ji wir jî encamek bi dest nekeve, em ê mijarê bigihînin ber desê dadgehê. Osman got, Dadgeha Federal ji Zaxo heta Fawê dadgeheke xwedî hukm e. Kes nikare derkeve derveyî hukmê qanûnan."

'BI VÊ YEKÊ RE WÊ ÊDÎ KES NIKARIBE MÛÇEYÊN KURDISTANIYAN BIXWE'

Wekîl Mihemed Osman da xuyakirin, ku li gorî peymana navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta navendî beriya niha hate mohrkirin, diviyabû hikûmeta herêmê rojane 550 hezar warîl petrolê bide şîrketa SOMO û wiha dewam kir: "Di berdêla vê de diviyabû hikûmeta Ebadî jî para ji sedî 17'an a budçeyê bişanda Kurdistanê. Dema ku ev bi cih nanî, li dadgehê ti şertekî danekirinê tinebû. Yanî kengî bixwasta dikarîbû biryar pêk baniya, kengî nexwesta dikarîbû pêk naniya. Bi peymana fermî ya îro hate kirin re, êdî her kes neçar e li gorî qanûnan tevbigere. Di vê rewşê wê kes nikaribe mûçeyên Kurdistaniyan bixwe. Mafên xwe çi be, wê bigirin."

'HATINEYA 1 MÎLYON WARÎL PETROLÊ NEDIYAR E'

Osman diyar kir, di rewşa heyî de 700 hezar warîl petrola herêma Kurdistanê û 300 hezar warîl petrola Kerkûkê ji derve re tên firotin, lê tevî vê yekê jî mûçe nayên dayîn. Osman destnîşan kir, ku kes nizane ev hatine bi ku ve diçe û got, "Bi vê qanûnê re em dixwazin pêşî li vê rewşa tarî û nediyar bigirin û bikin ku mûeyên karmendan, mamosteyan û pêşmergeyan werin dayîn. Bersiv ji pêdiviyên gel re bê dayîn. Em ê ji niha û pê ve şopdarên qanûna li Parlamenta Iraqê hatiye qebûlkirin bin."