Qeyûm mûçeyên karkeran nade wan!

Qeyûmê li Şaredariya Şirnexê hate bicihkirin, bi hinceta "di dema qedexeya derketina derve de nexebitîne" mûçeyên karkeran nade wan.

Mûçeyên karkerên di fîrmayeke taşeron a Şaredariy Şirnexê de dixebitin, piştî ku qeyûm hate erkdarkirin, nayên dayîn. Bi hinceta "di dema qedexeya derketina derve de nexebitîne" mûçeyên 130 karkeran nehatind ayîn. 

Lê belê rayedarên sendîkayê dan xuyakirin, ku qedexe bandorê li mûçeyên karkeran nake û gotin, qeyûmê hatiye erkdarkirin, rê li ber pirsgirêkan vedike.

Karkerên ji ANF'ê re axivîn pirsa "di nava qedexeyê em ê çawa karîbûna li Şirnexê bixebitin?" û gotin, "Hem qedexe ragihandine, hem jî diprisin bê çima me kar nekirine. Dixwazin me ji kar derxînin û malbatên cerdevanan li şûna me bi cih bikin. Ji aliyê qanûnî ve divê mûçeyên me bidin me. Ji ber ku qanûna kar, me mafdar nîşan dide. Ji ber ku ti pere ji şîrketê re nehatiye dayîn, şîrket jî nikare bide me. Çi dibe bila bibe, em ê şaredariyê û mûçeyên xwe ji wan re nehêlin."