Hevşaredara Çelê hat girtin
Hevşaredara Çelê Hîlal Dûman hate girtin.
Hevşaredara Çelê Hîlal Dûman hate girtin.
Li Çelê ya Colemêrgê bi operasyonên hemwext ên di 3'yê Kanûna 2016'an Hevşaredarên Şaredariya Çelê Hîlal Dûman û Servet Tûnç jî di nav de 9 kes hatibûn binçavkirin. Piştî karên li Midûriyeta Polîsan a Çelê, Hevşaredar Servet Tûnç duh sewqî dadgehê hat kirin û hat girtin.
Di darizandinê de ku îro jî dewam kir, Hevşaredar Hîlal Dûman, Cîgirê Serokê Şaredariyê Hidir Demîroglû, Serokê berê yê Şaredariyê Mehmet Kanar, Hevserokê HDP'a Navçeyê Cûmhûr Erdemîr bi sûcê "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin û her wiha welatiyên bi navê Osman Kanar, Kazim Tekînalp û Remzî Kanat jî hatin berdan.