KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li bajarê Ebû Leyla gavên azad...
Di ser rizgarkirina Minbicê re bi qasî çar meh bihurîn. Li dû pêngava 73 rojan, ku li ser her rojeke wê dikare destanên bêhempa werin nivîsandin û bi lehengiyan tijî ye, bajar ji hukmê barbaran azad bû. -
'Em ji bo Sûriyeyeke ku her kes karibe bi awayekî azad lê bijîn şer dikin'
Şervan Suryanî yên Pêngava Xezeba Firatê gotin, "Bi Pêngava Xezeba Firatê re em ê Reqa û derdora wê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin û rehên ku çeteyan berdane nava Rojhilata Navîn ji holê rakin." -
Dagirkeriya Tirkan a li Babê gefê li tevahiya herêmê dixwe
Fermandarê Ceyş El Siwar Salih Çepo da xuyakirin, ku êrîşa dagirkeriyê ya Tirkiyeyê li dijî Babê bi erêkirina Rûsyayê pêk tê û diyar kir, dagirkirina Babê wê bibe gefeke bêdawî ya li dijî du kantonan. -
Êrîşa çeteyan a li ser gundê Tel Xozanê hate şikandin
Êrşên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser gundê Tel Xozanê, ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hate valaderxistin. Di şerê li vir de 6 çete hatin kuştin. -
4 gundên din jî hatin rizgarkirin
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê, 4 gund û çend gundik ên dikevin Rojavayê Reqayê ji çeteyên DAÎŞ’ê paqij kirin. -
TAK'ê çalakiya li Stenbolê li xwe girt
Teyrênbazên Azadiya Kurdistanê (TAK), çalakiya bombeyî ya li Stenbolê, ku li dijî polîsan hate lidarxistin, li xwe girt. -
Baydemîr: Dewleta Tirk dijminatiya Kurd û demokrasiyê dike
Parlementerê HDP’ê Osman Baydemîr got: “Dewleta Tirk niha dijminatiya du tiştan dike. Ya yekem dijminatiya gelê Kurd a duyemîn jî dijminatiya demokrasiyê ye. Ji ber vê di vê demê de pêwîstî bi yekîtiya Kurdan heye.” -
YPG'ê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir
YPG'ê nasnemaya 2 şervanên xwe yên li gundê Mekmen ê Şedadê di şerê dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan û şervanekî di encama qezayekê de li Tirbespiyê jiyana xwe ji dest da, eşkere kir. -
KCK: Pêkane planên AKP-MHP'ê yên li dijî jiyana Ocalan hebin
Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku ew nûçeyên li ser tifaqa AKP-MHP'ê ya li dijî jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dişopînin û bang li her kesî kir, ku di vî warî de hişyar bin. -
Heyeta HDP'ê hat serdana Şirnexiyan
Heyeta HDP'ê, taxên Şirnexê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin xerakirin û esnafên bajêr ziyaret kir. -
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên xwe eşkere kir
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên xwe yên li bejahiya navçeya Licê ya Amedê di şer de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. -
Di Pêngava Xezeba Firatê de 6 gund hatin paqijkirin
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê bi 8 kîlometreyan bi pêş ve çûn û 6 gund ji çeteyan paqij kirin. -
Desteka ji bo banga KCK'ê ya Kongreya Neteweyî zêde dibe
Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir û Endamê Polîtburo ya Partiya Demokrat a Sosyalîst a Kurdistanê Fatîh Raûf Ahmet gotin, divê Kongreya Neteweyî derhal bê civandin. -
Divê heyetek bi lezgînî girtîgehan ziyaret bike!
Binpêkirina mafên mirovan û îşkenceya li girtîgehan, bi Rewşa Awarte re di mehên dawî de zêde bûn. Nivîskar Adîl Okay bal kişand ser rewşa li girtîgehên Tarsûs, Sîncan, Şakran û Sîlîvrî û xwest, heyetek bi lezgînî biçe serdana girtîgehan. -
Halîl Çay ê hatibû binçavkirin, hate girtin
Rêveberê Şaxa Rihayê ya MEYA-DER’ê Halîl Çay, bi îdeaya “Endamê rêxistinê ye” ji aliyê dadgehê ve hate girtin. -
Motorsiklêtekî bombebarkirî hate bêbandor kirin
YPG’ê diyar kir ku li Hesekê Yekîneyên Antî Teror motorsiklêtekî bombebarkirî bêbandor kirin. -
Du birayên ku li ser rêya heqîqetê meşiyan: Erdal û Serdar
Du biryarên bi navê Erdar û Serdar Morsumbul ên PKK’yî yên ku her demê ji bo dayîk bû bavên xwe digotin felsefe û fikrên Ocalan ji bo wan a herî rast e û ji vê rastiyê dûr nakevin, di oxira rêya ku li ser meşiyan jiyana xwe ji dest dan. -
Dayîkên Şemiyê: Aqûbeta Mujgan Ekîn û Taşkin Yasak pirsîn
Dayîkên Şemiyê, aqûbeta Ekkîn û Taşkin Yasak pirs kirin. Bav Ekîn banga xwedî derketinê li kesên nebedîbûyî kirin. -
Xizmên nebediyan aqûbeta Bûlûttekîn û Ekîn pirs kirin
Xizmên nebediyan, lêgerîna edaletê ya li Amedê didomînin. Di çalakiya vê hefteyê de, aqûbeta Osman Bûlûttekîn pirs kirin. Her wiha di çalakiyê de jî bal kişandin ser Mujgan Ekîn a ku ev 48 roj in ku agahî jê nayê girtin. -
Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê: Em Pêngava Duyem a Pêngava Xezeba Firatê didin destpêkirin
Berdevka Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmet têkîldarî armanca pêngavê ya ku wê rojavayê Reqayê ji çeteyan paqij bike û bajêr dorpêç bike, daxuyanî da. -
HPG’ê têkîldarî operasyona li Licê daxuyanî da
HPG’ê got, dewleta Tirk, bi êrîşên herî hovane mirovan qetil dike. HPG’ê diyar kir ku êrîşa li navçeya Licê ya Amedê jî li ser vî esasî hatiye lidarxistin. -
Ji nifşekî ta bi nifşekî çîroka berxwedanê: Malbata Bîlge
Malbata Bîlge ya ku ji her nifşî di têkoşîna azadiyê de şehîd dane û çîroka Dayika Kurdê çîroka têkoşîna li Kurdistanê ye jî. Dayikê Kurdê dibêje, ‘’ez dayika Kurdistanê me. Çi qasî hewce kir em ê berdêla wê bidin’’ -
YPS’ê têkîldarî çalakiya Amedê daxuyanî da
YPS’ê ragihand ku li Rezana Amedê li dijî tîmên Tirk çalakî li dar xistine û qasî ku di çapemeniyê de hatiye gotin, 3 tîm birîndar kirine. -
Malbata Hevşaredarê girtî Asî: Em ê bi şûn de gavê navêjin
Malbata Hevşaredarê Qoserê Îsmaîl Asî yê ku piştî ji wezîfeyê hat kirin hat girtin, bang li gelê Qoserê kir ku qeyûm nas nekin. -
Pêngava duyemîn a Xezeba Firatê destpê kir
Di daxuyaniya Fermandariya Odeya Şer a Xezeba Firatê de hat ragihandin ku pêngava duyemîn a operasyona Reqa destpê kir.