HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên xwe eşkere kir
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên xwe yên li bejahiya navçeya Licê ya Amedê di şer de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên xwe yên li bejahiya navçeya Licê ya Amedê di şer de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Amedê jiyana xwe ji dest dan eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 5'ê Kanûnê, artêşa TC li herêma Apê Mûsa ya li navçeya Licê ya Amedê dest bi operasyonekê kir. Di êvara 6'ê Kanûnê de operasyon hat berfirehkirin û saet di 18:10'an de êrîşên hewayî hatin kirin. Me da bûn xuyakirin ku di vî şerî û êrîşan de komek ji gerîlayên me şehîd bûne.
Artêşa Tirk ku di operasyonan de hewl dide ji her alî ve Kurdistanê tine bike, di dema vê operasyonê de sivîlekî ji gundên li derdorê kuşt û bomberdûmaneke giran li xwezaya Kurdistanê kir."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane bi vî rengî ye:
Nasnav: Laşer Çem
Nav paşnav: Ferman Onkol
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Firaset-Ekrem
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Kanûna 2016 / Amed
Nasnasv: Rênas Lice
Nav paşnav: Ayhan Kiraç
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Ayten-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Kanûna 2016 / Amed