BI DÎMEN

Malbata Hevşaredarê girtî Asî: Em ê bi şûn de gavê navêjin

Malbata Hevşaredarê Qoserê Îsmaîl Asî yê ku piştî ji wezîfeyê hat kirin hat girtin, bang li gelê Qoserê kir ku qeyûm nas nekin.

Îsmaîl Asî, sala 2014’an di hilbijartinên xwecih de bi dengên gelekî zêde yên gelê Qoserê ve ji DBP’ê bû Hevşaredarê Qoserê. Dayika wî Fethiye Asî û Bav Necat Asî, kurê xwe Îsmaîl Asî yê ku bi fermana AKP/Qesrê hat girtin û li şûna wî qeyûm hat bicihkirin, vegotin, destnîşan kirin ku wê heta dawiyê bibin şopdarên vê têkoşînê.

‘PARTIYA MIN ÇI WEZÎFEYÊ BIDE MIN WÊ DIKIM’

Dayik Fethiye Asî anî ziman ku kurê wê Îsmaîl xwedî kesayeteke bi biryar û dilnizm e, piştî bû hevşaredar jî ev domandiye û got, “Dema ji bo hevşaredariyê pêşniyar jê re hat, wek malbat me jê re got, ‘eger tu yê durust bî, ji bo vî gelî bixebitî, em careke din li pey te ne, an nekeve vî karî. Bersiva wî jî ‘partiya min çi wezîfeyê bide min ez amade me ku wê pêk bînim’ bû û qebûl kir ku bibe namzet.”

 ‘WÊ WEK HER TIM LI BER XWE BIDE Û BI ŞÛN DE GAVÊ NAVÊJE’

Bavê Necat Asî ragihand ku kurê wî Îsmaîl Asî bi çendan caran hatiye binçavkirin, girtin û êşkencekirin û got, “Em bi salan e parçeyeke vê têkoşînê ne, kurê min bi qoltixê tevlî têkoşînê nebû. Ya ji bo me girîng, azadiya gelê me ye. Ji bo Îsmaîl jî wisa ye. Îsmaîl beriya niha çawa li ber xwe dabe, wê niha hê zêdetir li ber xwe bide. Kurê me serî natewîne û em ê jî heta dawiyê têkoşîna wî bidomînin.”

Bav Asî ji gel xwest ku qeyûm nas nekin, destnîşan kir ku wê girtina hevşaredarên bi îradeya gel hatine hilbijartin qebûl nekin û wê gel qeyûm nas neke.