Heyeta HDP'ê hat serdana Şirnexiyan

Heyeta HDP'ê, taxên Şirnexê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin xerakirin û esnafên bajêr ziyaret kir.

Heyeta ji parlamenterên HDP'ê Pervîn Bûldan, Lezgîn Botan û Mîthat Sancar pêk hat, ji aliyê wekîla HDP'ê Aycan Îrmez û rêveberên rêxistinên HDP û DBP'ê yên navçe û bajarokan ve hate pêşwazîkirin.

Heyetê dikandarên li kolana Ûlûdere ya li taxa Gundogdûyê ziyaret kir.

Di dema vê serdanê de kesekî ji wekîlan re got, "Me bi tenê nehêlin" û li ser vê yekê Bûldan got, "Hûn ti carî bi tenê nînin."

Heyet piştre li taxên hatin hilweşandin geriya. Endamên heyetê bi rayedarên Baroya Şirnexê re jî rûniştin.