BI DÎMEN

'Em ji bo Sûriyeyeke ku her kes karibe bi awayekî azad lê bijîn şer dikin'

Şervan Suryanî yên Pêngava Xezeba Firatê gotin, "Bi Pêngava Xezeba Firatê re em ê Reqa û derdora wê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin û rehên ku çeteyan berdane nava Rojhilata Navîn ji holê rakin."

Şervanên Suryanî ji ANF'ê re axivîn û gotin, ew weke şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî tevlî pêngava rizgarkirina Reqayê dibin. Şervanên Suryanî dan zanîn, ku di Pêngava Xezeba Firatê de gelek şervanên Suryanî hene.

ŞERVANÊ SURYANÎ SIWAR YOSÛF: Reqa bi dewlemendiya çand û pêkhateyên xwe tê naskirin. Ez pê serbilind im ku di operasyona rizgarkirina bajarekî bi vî rengî yê mozaîka gelan de cih digirim.

Em zarokên gelê Sûriyeyê ne. Di vê pêngavê de, gel û baweriyên cuda yên Sûriyeyê li hev civiyan. Em dixwazin dawî li zilma El Nûsra, Ehrar El Şam û herî dawî jî zilma çeteyên DAIŞ'ê ya li ser gelê Reqayê bînin. Em dixwazin rojên azad diyarî gelê Reqayê bikin, ku ev gel ji aliyê çeteyan ve hat kuştin, bi zorê hat koçberkirin û malên wan hatin talankirin.

Bi Pêngava Xezeba Firatê re em ê Reqa û derdora wê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin û rehên ku çeteyan berdane nava Rojhilata Navîn ji holê rakin. Û em ê ji bo gelên xwe welatekî demokratîk ava bikin, ku her kes karibe bi rengekî azad lê bijîn.

ŞERVANÊ SURYANÎ ZEYD YAHYA: Krîza Sûriyeyê bi destwerdana hêzên derve ya li herêmê re kûrtir bû û xitimî. Ji ber vê yekê pirsgirêk girantir bûn. Gel û bawermendên cuda yên li Sûriyeyê jî li dijî vê rewşê xwe di bin sîwana Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ji aliyê siyasî û leşkerî ve bi rêxistin kirin.

Weke gelê Suryanî, me hem di nava MSD'ê hem jî di bin sîwana QSD'ê de roleke çalak wergirt. Em îro weke Meclîsa Leşkerî ya Suryanî cihê xwe di pêngava azadkirina Reqayê de digirin.

Li dijî pirsgirêkê giran dibin, lazim e QSD xwe bêhtir bi rêxistin bike. Xeleka bingehîn a artêşa neteweyî ya Sûriyeyê wê QSD be. Hêzeke neteweyî dikare dawî li êş û zextên li gelên Sûriyeyê tên kirin, bîne.

Me hevrêtiyeke eniyê afirand, ku Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkes û Suryanî li heman çeperê şer dikin. Me berdêl dan û ev ax parastin. Em ê her tim biparêzin. Em ê Sûriyeyê ji nava çirava ketiye navê derxînin, ji dagirkeriyê rizgar bikin û demokrasiyê ava bikin.