Motorsiklêtekî bombebarkirî hate bêbandor kirin

YPG’ê diyar kir ku li Hesekê Yekîneyên Antî Teror motorsiklêtekî bombebarkirî bêbandor kirin.

YPG’ê bi daxuyaniyekê ev agahî par ve kir: “10’ê Kanûnê 2016’na di saet 10:30’ê sibehê Yekîneyekî me yê Antî Teror li bajarê Hesekê motorsiklêtekî bi guman li nêzî çerxerêya Sînalko dîtin. Di vir de yekîneya me derdora wê dorpêç kirin û kontrol kir. Piştî lêkolînê der ket holê ku motorsiklêt bombe barkirye. Hêzên me tedbîr girtin û motor bê bandor kirin û deste ser kirin.”